Tirkiye

Ji Alîkarê Serokwezîr Bozdag daxuyaniya NATOyê

"Çawa berê nekarîn Xazî Mustafa Kemal Ataturk û hevalên wî têk bibin wê îro jî nikaribin Birêz Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Dewleta Komara Tirkiyeyê têk bibin. Gelê me wê ji her demê zêdetir xwedî li Serokomarê xwe derkeve."

Nihat Kavşut  | 18.11.2017 - Rojanekırın : 19.11.2017
Ji Alîkarê Serokwezîr Bozdag daxuyaniya NATOyê

Şırnak

ANKARA

Alîkarê Serokwezîr Bozdag ji bona skandala neyartiya Ataturk û Erdogan ya tetbîqata NATOyê da wiha got: "Çawa berê nekarîn Xazî Mustafa Kemal Ataturk û hevalên wî têk bibin wê îro jî nikaribin Birêz Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Dewleta Komara Tirkiyeyê têk bibin. Gelê me wê ji her demê zêdetir xwedî li Serokomarê xwe derkeve."  

"Li hemû bajaran herî kêm alîkareke miftî wê jin be. Li bajarên mezin dibe ku ev hejmar zêde be, lê li hemû bajaran wê alîkareke miftî jin be. Em ê hejimara waizên jin û kesên di qursên Qur'anê da ders didin jî zêde bikin."

 "Me bi Serokomarê me, Serokwezîrê me û Serokê Karûbarê Diyanetê re îstişare kir û li Komara Tirkiyeyê cara ewil Prof. Dr. Huriye Marti bû Arîkara Serokê Karûbarê Diyanetê. Me biryara wezîfedarkirina wê biwekalet îmze kir û înşellah wê roja duşemê dest bi kar bike."

"Serokatiya Karên Diyanetê plan dike ku bi navê 'Akademiya Diyanetê' akademiyeke nû ava bike. Ev akademî wê xebatkarên endam ên di bin banê Diyanetê da cih digirin perwerde bike û di qada pîşeyê da wê xebatkaran ji bo karê wan amade bike."

"Akademiya Diyanetê wê Navendên Îxtisasa Bilind a Dînî û Navendên Perwerdeyê yên Diyanetê ji du qisman pêk bê. Navendên Îxtisasa Bilind a Dînî wê perwerdeyê bide miftî, waiz û perwerdeya taybet a ku hewce dike. Navendên Perwerdeyê yên Diyanetê jî wê perwerdeya navxweyî bide îmam xetîban, mamosteyên qursa Qur'anê, muezîn-qeyûmên namzed. Dema ev qanûn bikeve rewacê û kesên ku li van deran perwerde nedîtibin wê nikaribin rasterast di nav kadroyên îmam xetîbê, mamosteyên qursa Qur'anê, muezîn-qeyûm, waiz û miftiyan de bên wezîfedarkirin."

"Di rojên pêş me da ji bo îmam xetîb, hîndekarê qursa Qur'anê û muezzîn-qeyûmê ezmûnê îlan bikin. Ez niha reqaman nabêjim înşeallah ber bi dawiya vê mehê em ê eşkere bikin û qadroyên vala wê tije bibin û vê gava muhim ez li vê derê bi çar aliyê Tirkiyeyê ra parve dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın