Tirkiye

Ji bo ewlehiya sînor heyama nû di cotmehê da dest pê dike

Artêşa Tirkiyê ji bo ewlehiya sînor plan dike ku balonên çavdêriyê yên ku wê bi taybetî werin çêkirin, bi kar bînin

30.04.2017 - Rojanekırın : 01.05.2017
Ji bo ewlehiya sînor heyama nû di cotmehê da dest pê dike

Ankara

ANKARA

 Artêşa Tirkiyê ji bo ewlehiya sînor di meha cotmehê da plan dike ku balonên çavdêriyê yên ku wê bi taybetî werin çêkirin, bi kar bînin. Balonên taybet wê timî agahiyê ragihînin û tesîra çekên piçûk, wê li ser çênebin.

Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê va sînorê Sûriyeyê ji komên terorîst safî kir, ewlehiya sînor bi pergala ewlehiya fîzîkî va jî tê parastin. Ji bo seranserê sînor çêkirina dîwarê bêton dewam dike. Herwiha ji bo ewlehiya hidûd gaveke nû jî hat plankirin.

Li gor planê ji bo ewlehiya sînor, balonên çavdêriyê jî wê werin bikaranîn.

Di balonên çavdêriyê da radar û kamerayên biqelîte jî wê werin bicihkirin û balon dê wisa werin çêkirin ku bager pê nikaribe. Balon dê ji erdê li 2 hezar mêtre bilindahiyê bisekinin. Ji balonên çavdêriyê bê navber dê dîmen û agahî werin hildan.

Wezareta Parastina Neteweyî ji bo balonên çavdêriyê wê di meha hezîranê da peymanê îmze bike. Fermandariyên Hêzên Bejahî, Hêzên Behrevaniyê û Fermandariya Hêzên Taybet jî wê balonan bi kar bînin.

Tê plankirin ku di operasyonên taybet da jî 7 balon ji bo îstixbaratê werin bikaranîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.