Tirkiye

Ji bo nasandina Cizîrê ewê ji 1600 kîlomêtroyî zêdetir duçerxiyê bajo

Wezişvan Ramazan Deger: "Armanca min ew e ku ez herim welatê xwe. Der barê Cizîrê de nêrîneke nebaş heye, lê bi rastî ev ne rast e. Cizîr cihekî pir xweş e. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes here wir."

20.08.2017 - Rojanekırın : 22.08.2017
Ji bo nasandina Cizîrê ewê ji 1600 kîlomêtroyî zêdetir duçerxiyê bajo

Istanbul

ÎSTANBUL

 Wezişvan Ramazan Deger ji bo nasandina Cizîrê wê bi kîlomêtroyan duçerxiyê bajo.

Deger ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ew 30 sal e li Stenbolê dijî û ji ajotina duçerxiyê pir hez dike.

Deger anî ziman ew 15 sal e duçerxiyê diajo û wiha dewam kir: "Min rojekê got heta niha tu kes ji Stenbolê heta Cizîrê neçûye û min biryar da ku ez bi duçerxiya xwe va heta Cizîrê herim. Min anterman û amadehiyên baş kirin. Him ji bo werzişê û him jî ji bo bibe mînak ezê bi duçerxiya xwe va herim Cizirê. Ez ji her kesî re pêşniyaz dikim ku bila duçerxiyê bajon. Werziş tiştekî baş e û mirovan ji xirabiyan diparêze."

- ''Bi tura xwe ya duçerxiyê va ez dixwazim Cizîrê bidim nasandin"

Werzişvan Deger got armanca wî ew e ku ew di nav hefteyekê de bigihêje Cizîrê û wiha axivî: "Armanca min ew e ku ez herim welatê xwe. Der barê Cizîrê de nêrîneke nebaş heye, lê bi rastî ev ne rast e. Cizîr cihekî pir xweş e. Ez pêşniyaz dikim ku bila her kes here wir. Armanca min a sereke jî ew e ku ez Cizîrê bidim nasandin, bila turîst bên wir, her kes wê derê bibîne. Bila Şirnex û Cizîr tiştên nebaş va neyên zanîn, bila ew bi turîzm û sporê ve bên nasîn."

Deger ji bo rêwîtiya xwe got ewê îro ji Taksîmê dest bi ajotina duçerxiyê bike û wiha axivî: "Rêya min ajotinê wê wiha be; Îzmit, Bolu, Enqere, Aksaray, Edene, Gazîentab, Şanliurfa, Mêrdîn û Cizîr. Ezê ji 1600 kîlomêtroyî duçerxiyê bajom û dixwazim rekora xwe bi dest xim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın