Tirkiye

"Ji bo îstiqlala welêt em 81 milyon li ser piya ne"

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Mehmetçîkên qehreman li Efrînê destanê dinvîsin û wiha dewam kir: "(Mehmetçîk) Hemû rêxistinên terorê yên cudaxwaz yek û yek ji holê radike."

25.02.2018 - Rojanekırın : 25.02.2018
"Ji bo îstiqlala welêt em 81 milyon li ser piya ne"

Istanbul

ÎSTANBUL 

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Mehmetçîkên qehreman li Efrînê destanê dinvîsin û wiha dewam kir "(Mehmetçîk) Hemû rêxistinên terorê yên cudaxwaz yek û yek ji holê radike, lê ew der qasî kefa desta ye, heke em herin wê derê em ê karê wan asteng bikin, lê heke pêdiviya parastina welêt derkeve holê, li dijî îstiqlal û paşeroja vî welatî nemerdiyek were kirin wê demê em 81 milyon li ser piya ne, em ê hemû bi hev ra derkevin seferê."

Yildirim li Salona Sporê ya Girtî ya Polêsê Şehîd Recep Topaloglu beşdarî 6emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê ya Bajarê Kocaeliyê bû û tê da axivî.

- "Em 81 milyon li ser piya ne, em ê hemû bi hev ra derkevin vê seferê"

Yildirim diyar kir ku ji roja ku AK Partî ava bû û heta roja îro, timî bû dengê millet, îstiqameta millet bû îstiqameta wan û li ser duruşmeyên ciwanan ên "Serokwezîr me bibe Efrînê" wiha got:

"Gelî ciwanan ez dixwazim hûn vê bizanibin; Mehmetçîkên me yên qehreman li Efrînê destanê dinvîsin. Hemû rêxistinên terorê yên cudaxwaz yek û yek ji holê radike. Lê ew der cihekî qasî kefa desta ye, heke em herin wê derê em ê karê wan asteng bikin. Lê heke pêdiviya parastina welêt derkeve holê, li dijî îstiqlal û paşeroja vî welatî nemerdiyek were kirin wê demê em 81 milyon li ser piya ne, em ê hemû bi hev ra derkevin vê seferê."

Serokwezîr Yildirim li ser xebatên sûcê îstismara cinsî û cezayê wê sekinî û wiha got: "Çend roj berê mijara îstismara cinsî raya giştî pir meşxûl kiribû û hemû millet pê aciz bûbû. Di vê mijarê da jî me xebat da destpêkirin ku verastkirineke hewcedar çêbibe û em ê di rojên pêş da vê xebatê bînin Meclisê."

Yildirim diyar kir ku wan ji bo paşeroja welêt projeyên hedefên piralî, berfireh û mezin çêkirin û çêkirina wan didomînin û wiha dewam kir:

"Her gaveke ku me di warê aboriyê da avêt, her veberhênana ku me kir, pêbaweriya sanayîkar û KOBIyan zêdetir dike. Em bi esnaf, cotkar, mamosteyên xwe va bi kurtasî bi 81 milyon însanê xwe va em destneke mezin a serkeftinê dinvîsin. Di nav 15 salan da Tirkiye rast e rast mîqdara veberhênana kurewî derket 180 milyar dolarî. Îxracat û îstixdam zêde dibe. Îxracata me ya 2018an li gor 2017an ji sedî 16 zêde bû û derket 12 milyar û 200 milyonî. Di nav du mehên dawîn da îxracata me ya nav 12 mehên dawîn nêzî 160 milyar dolarî bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın