Tirkiye

Kalinê Berdevkê Serokomariyê bi McMaster re ser telefonê axivî

Di axaftinê de behsa têkoşîna dijî PKK, DEAŞ û El Qaîdeya rêxistinên terorê hat kirin.

Fatih Gazioğlu  | 20.01.2018 - Rojanekırın : 20.01.2018
Kalinê Berdevkê Serokomariyê bi McMaster re ser telefonê axivî

Ankara

ANKARA

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî General H. R. McMaster ra li ser telefonê axivî. Di axaftinê de behsa têkoşîna dijî PKK, DEAŞ û El Qaîdeya rêxistinên terorê hat kirin.

Li gor agahiyan, di axaftinê de Kalin ji McMaster re gotiyê divê arîkariya Amerîka ku li Sûriyeyê dide YPG/PYDya rêxistina terorê bide sekinandin û ji bo aştî, hizûr, ewlehî û îstiqrara herêmê bixebite.

Di axaftinê de girîngiya mijara îstiqrar, hizûr û yekîtiya axa Iraqê jî hat tesdîqkirin.

Berdevkê Serokomariyê Kalin behsa fealiyetên FETOyê yên li Amerîkayê kir û di vê meseleyê da fikar û daxwazên Tirkiyeyê jî anîn ziman.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.