Tirkiye

Keştiya boruyên xazê bi cih dike ji Tengava Çanakkaleyê derbas bû

Keştiya bi navê "Audacîa" ya ku xeta boruya xaza siruştî bi cih dike ji Kendava Çanakkaleyê derbas bû.

Türkan Tosun  | 02.08.2017 - Rojanekırın : 02.08.2017
Keştiya boruyên xazê bi cih dike ji Tengava Çanakkaleyê derbas bû

Canakkale

ÇANAKKALE

Keştiya bi navê "Audacîa" ya ku alaya Maltayê li ser e û di înşaeta xeta boruya xaza siruştî ya ku ji Rûsyayê li ser Behra Reş tê Tirkiyeyê de dixebite ji Kendava Çanakkaleyê re derbas bû.

Li gor agahiyan dirêjahiya keştiyê 225 mêtro, tevî îlaweya wê dirêjahiya wê jî 321 mêtro ye. Keştiya ku giraniya wê 56 hezar û 172 groston e ji Bendergeha Anapayê ya Rûsyayê derket ku here Bendergeha Cadîzê ya Îspanyayê.

Ev keştiya ku di projeya xeta boruyan a xaza siruştî de dixebite ji ber ku ji kendavê derbas bû kendav him ji hatin û him jî çûyîna keştiyan re hat girtin.

Piştî ku keştî derbas bû di Kendava Çanakkaleyê de destûr hat dayîn ku keştiyên din cardin bi rehetî herîn û bên.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın