Tirkiye

Li 59 taxên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin

Li 59 taxên Lice, Hezro, Qocakoy û Dicleya navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya ku 2 roj berê hatibû îlankirin hat rakirin.

30.05.2017 - Rojanekırın : 31.05.2017
Li 59 taxên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Hat ragihandin ku li 59 taxên Lice, Hezro, Qocakoy û Dicleya navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya ku 2 roj berê hatibû îlankirin hat rakirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li dorberê Lice, Hezro, Qocakoy û Dicleyê ji bo berterefkirina terorîstan, îmhakirina kozik, depo, sitargeh û şikeftên ku terorîst bi kar tînin operasyon hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku li herêmên operasyonê lê tê kirin pêkanîna ewlehiya can û malên welatiyan li gor qanûna îdareya bajêr li Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldîken, Uçdamlar, Baharlar, Bayirli, Hedîk, Tuzlakoy, Yamaçli, Kiralan, Dernek, Konuklu, Yunluce, Yaprakkoy, Damar, Zumrut, Kipçik, Çirali, Sixinak, Kiyikoy, Dallica, Budak, Turelî, Tepe, Yolçati, Dîbekkoy, Çaxdaş, Arikli, Serînce, Kayacik, Uçari, Ziyaret, Ortaç, Yalaza, Baxlan, Esenler, Çavundur, Dolunay, Kabakaya, Kutlu û Oyukluya taxên Liceyê, Ormankaya, Çîtlîbahçe, Terdoken, Kirmataş, Kavakliboxaz, Dadaş û Sarierîka taxên Hezroyê, Boyunlu, Gozebaşi û Tepecika taxên Qocakoyê, Kurşunlu, Taşaxil, Kirkpinar û Kayikoya taxên Dicleyê qedexeya derketina derva ya ku ji 28ê Gulanê saet 18.00an pê va hatibû îlankirin îro ji saet 07.00an pê va hat rakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.