Tirkiye

Li bajarên bêteror guherîn : Tuzlucaya navçeya Îdirê

Qaymeqamê navçeya Tuzlucayê Kadioglu yê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî wekî cîgirşaredarê navçeyê hat peywirdarkirin bi xizmet û projeyên xwe va kêşeyên salane yên navçeyê çareser kirin

18.12.2017 - Rojanekırın : 19.12.2017
Li bajarên bêteror guherîn : Tuzlucaya navçeya Îdirê

Iğdır

IGDIR

Tuzlucaya navçeya Îdirê bi saya peywirdarkirina bi destê Wezareta Karên Navxweyî va geş bû û adeta sed sal pêşva çû.

Navçeya Tuzluca ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê û Ermenistanê ye, piştî ku rêveberiya DBPyî ji şaredariyê hat hildan, bi rêveberiya nû ra bi xwe va hat.

Qaymeqamê Tuzlucayê Abdullah Kadioglu ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî wekî cîgirşaredar hat peywirdarkirin, bêyî sekn dest bi xebatên xwe kir û rûyê navçeyê guherand.

Şaredariya Tuzlucayê di dawiya 2016an da tevî 13 milyon û 762 hezar lire deynê ji rêveberiya DBPyî dest guherand. Lêbelê di nava vê sala ku bihurî da li navçeyê 18 milyon û 500 hezar lîreyî veberhênan hat kirin.

Piştî peywirdarkirinê li navçeyê di gelek warên cuda yên wekî yarîgeha fitbolê, mezbexane, xeta ava vexwarinê, tesîsên sosyal, verastkirina newal û cihokan, parq, asfalta germ û parqên zarokan da gelek proje hatin cîbivîkirin.

Kadioglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di dema destguhertinê da ji rêveberiya berê deynekî pir zêde mabû û wiha got, "Li aliyekî me deyn girt û li aliyekî jî me veberhênan kir."

Kadioglu bal kişand ku wan gelek pirsgirêkên navçeyê çareser kirin û wiha dewam kir, "Me li navçeya xwe 20 hezar ton asfalta germ rast kir, hemû rêyên sereke hatin asfaltkirin ku maliyeta wê jî qedera 7 milyon lire girt. Taxên me yên ku xeta wan a ava vexwarinê tune bû, me xet kişandin û ciyên ku temîr pêwîst bû, me xebatên verastkirin û temîrê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.