Tirkiye

Li Balafirgeha Ehmedê Xanî tetbîqata şewatê

Tetbîqata şewat û xilaskirinê ya ku li Balafirgeha Ehmedê Xanî ya li Agiriyê hat kirin şibiya bûyereke şewatê ya rastî.

Sevim Hatun  | 19.10.2017 - Rojanekırın : 24.10.2017
Li Balafirgeha Ehmedê Xanî tetbîqata şewatê

Ağrı

AGRI

Tetbîqata şewat û xilaskirinê ya ku li Balafirgeha Ehmedê Xanî ya li Agiriyê hat kirin şibiya bûyereke şewatê ya rastî.

Li balafirgehê bi tevkariya ekîbên Midûriyeta Balafirgeha Ehedê Xanî, Midûriyeta Têkoşîna Xilaskirin û Vemirandinê ya Balafirgehê tetbîqatek hat kirin.

Li gor senaryoya şewatê, agir bi balafira ku tê de 4 hezar lître sotemenî hebû ya ku 150 rêwî û 6 miretebat tê hebûn ket.

Li ser anonsê ekîbên agirkujiyê di deqîqeyek û 35 saniyeyan de gihiştin ciyê bûyerê.

Ekîban bi av, kef û madeyên kîmyayî mudaxeleyî beşa ku agir pê ket, kir. Ekîbên tenduristiyê jî di vê navberê de mudaxeleyî rêwiyên di balafirê de kirin.

Midûrê Balafirgehê Abdullah Yalçinkaya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew her tim tetbîqatên bi vî awayî dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın