Tirkiye

Li Bidlîsê 2 wesaît li hev qelibîn: 3 mirî û 8 birîndar

Li Bidlîsê 2 wesaît li hev qelibîn û di qezayê da 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Nihat Kavşut  | 22.06.2017 - Rojanekırın : 23.06.2017
Li Bidlîsê 2 wesaît li hev qelibîn: 3 mirî û 8 birîndar

Bitlis

BITLÎS

Li Bidlîsê 2 wesaît li hev qelibîn û di qezayê da 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li ser rêya Bidlîs-Tetwanê wesaîta bi plaqeya 13 KD 332 ya Ercan Aydogdu diajot û wesaîta bi 23 FS 218 ya Kadîr Sarigul (28) diajot li hev qelibîn.

Hat destnîşankirin di qezayê da şofêr Sarigul, Gulistan Aydogdu (60) û Fatîh Yalvaç (27) mirin.

Wek mayîn di qezayê da şofêr Ercan Aydogdu, Emircan, Abdulsamet, Edanur, Gamze û Ahmet Aydogdu û Yusuf Aktaş û kesê nasnameya wî nayê zanîn jî birîndar bûn û li nexweşxaneyên li Bidlîs û Tetwanê tên dermankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın