Tirkiye

Li Bingolê wesayîta eskerî ya bizirx wergeriya: eskerek şehîd ket

Di encama wergerîna wesayîta bizirx a eskerî de eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn.

23.11.2017 - Rojanekırın : 24.11.2017
Li Bingolê wesayîta eskerî ya bizirx wergeriya: eskerek şehîd ket

Bingöl

BINGOL

Li Bingolê wesayîta eskerî wergeriya, di encama qezayê de eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li tanga gundê kurucayê ya kîlometroya 35emîn a rêbeja Bingol-Elezîzê wesayîta eskerî ya bizirx a ku ewlehiya rê pêk dianî wergeriya.

Di qezayê de eskerek şehîd ket û 2 esker jî birîndar bûn.

Eskerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê.

Waliyê Bingolê Alî Manti li Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê eskerên birîndar ziyaret kirin û der barê rewşa wan de ji rayedaran agahî sitandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın