Tirkiye

Li Çiyayê Tendurekê şer: 2 şehîd 11 birîndar

Di şerê li Bazîda navçeya Agiriyê de 2 esker şehîd ketin, 11 esker birîndar bûn

11.05.2017 - Rojanekırın : 12.05.2017
Li Çiyayê Tendurekê şer: 2 şehîd 11 birîndar

Ağrı

AGRI

Di şerê li Bazîda navçeya Agiriyê de 2 esker şehîd ketin, 11 esker birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr a Agiriyê li dorbera Çiyayê Tendûrekê li dijî PKKya rêxistina terorî operasyon da destpêkirin.

Li nêzî Çiyayê Tendurekê di şerê navbera mensûbên PKKya rêxistina terorî de 5 terorîst hatin kuştin, di vê navberê de 2 çawişên pispor şehîd ketin, 2 jê bi giranî 11 çawişên pispor birîndar bûn.

Her 2 eskerê ku birînên wan giran bûn Sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê kirin û 9ê din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê tên dermankirin.

- Waliyê Agiriyê Mûsa Işin, eskerên birîndar ziyaret kirin

Waliyê Agiriyê Mûsa Işin, eskerên di şerê di navbera hêzên ewlekarî û terorê de yê li Çiyayê Tendurekê birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz tedawiya wan dewam dike, ziyaret kirin.

Işin piştî bûyerê hat nexweşxaneyê û li vir ji bijîşkan derheqê rewşa eskeran de agahî sitand.

Walî Işin wexta ji nexweşxaneyê derket daxuyanî da rojnamegeran. Işin got ku d eskerek me di şer da şehîd ket yek jî perwaneya helîkopterê lê ket û şehîd bû.

Işin got ku di şer de 11 esker birîndar bûn û wiha dewam kir:

"Rewşa eskerên me yên birîndar ber başiyê ve diçe. Du eskerên me yên ku birînên wan xedar in girtin ameliyatê. Înşallah wê hemû baş bibin. Herwiha hemû terorîstên li herêma operasyonê hatin kuştin. 5 terorîst hatin kuştin. Li çiyayên herêmê heta terorîstek hebe wê operasyon dewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın