Tirkiye

Li Çiyayê Tendûrekê pevçûn: Leşkerek şehîd ket

Li Zixura Çiyayê Tendûrekê ya di navbera Çaldirana navçeya Wanê û Bazîda navçeya Agiriyê da hin wesaît şewitandin û li ser vê li herêmê derketin operasyonê.

25.05.2017 - Rojanekırın : 26.05.2017
Li Çiyayê Tendûrekê pevçûn: Leşkerek şehîd ket

Ağrı

AGRI

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê do komeke endamên rêxistina terorê li texma gundê Gulîzarê ya li Zixura Çiyayê Tendûrekê ya di navbera Çaldirana navçeya Wanê û Bazîda navçeya Agiriyê da hin wesaît şewitandin û li ser vê li herêmê hêzên ewlehiyê derketin operasyonê.

Hat diyarkirin di operasyona cendirme, qomando, tîm û gundparêzan da bi endamên rêxistinê ra temas çêbû.

Hat diyarkirin pevçûn derket û di pevçûnê da leşkerek şêhîd ket û hin hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın