Tirkiye

Li Mersînê qeza: 3 mirî, 5 birîndar

Li Mersînê kamyoneteke karkerên demsalî dibir û dianî qeza kir, 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Türkan Tosun  | 21.06.2017 - Rojanekırın : 21.06.2017
Li Mersînê qeza: 3 mirî, 5 birîndar

Mersin

MERSÎN

Li Akdenîza navçeya Mersînê kamyoneteke ku karkerên demsalî dibir û dianî qeza kir û bi tirekê qelibî. Di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan tireke plaqeya wê 33 B 8574 û nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e li ser rêya D-400 Tarsus û Mersînê li taxa Adanaliogluyê li wesayîteke ku plaqeya wê nehatiye tespîtkirin qelibî. Di qezayê de pêşiya tirê xisar dît û wesayîta ku li hev qelibî jî ji cihê qezayê çû.

Piştî qezayê ev tira ku qeza kiribû li kêleka rê park kir.

Kamyoneteke nasnameya şofêrê wê hê ne diyar û plaqeya wê 33 TL 014 ya ku karkerên demsalî dibir û dianî ji paş ve li vê tira ku park kiribû xist û welgeriya.

Di qezayê de karkerên bi navê Dîlek (17), Hasan Arslan Ay û Husna Ay mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Mersîn Şehir û Tarsusê.

Şofêrên tirê û wesayîtê ji bo ku îfadeyê bidin çûn navenda polêsan.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın