Tirkiye

Li Nisêbînê 42 terorîst teslîm bûn

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê PKKyê da 42 terorîstên ku 10 jê jin in, teslîmî hêzên ewlekariyê bûn

26.05.2016 - Rojanekırın : 27.05.2016
Li Nisêbînê 42 terorîst teslîm bûn

Mardin

MARDÎN

Di operasyona li Nisêbîna navçeya Mêrdînê da 42 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê "Operasyona Atmaca-7" a ku bi armanca tijekirina çalan, rakirina barîqatan û jinavbirina teqemeniyên xumalî yên PKKya rêxistina terorê, bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û unsûrên ewlekariyê tê lidarxistin, dewam dike.

Li navçeyê 42 terorîstên ku 10 jê jin in, hatin dorpêçkirin û rêya revê ji bo wan nema li kuçeya Tunça taxa Yenîşehirê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Li Nisêbînê mensûbên rêxistina terorê PKKyê yên ku hatin dorpêçkirin kom bi kom teslîm dibin û duhê jî 6 jê jin 25 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın