Tirkiye

Li Rojhilata Anadoluyê zivistan

Li herêmê germa hewayê herî kêm di bin sifrê da bi 19 pileyî va li Qersê hat pîvan.

26.02.2017 - Rojanekırın : 27.02.2017
Li Rojhilata Anadoluyê zivistan

Erzurum

ERZURUM

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê herî kêm di bin sifrê da bi 19 pileyî va li Qersê hat pîvan.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê îro hewayê ewrsayî û kêmsayî derbas bibe. Li aliyê bakurê Erdexanê dibe ku ber bi êvarê berf bibare.

Li herêmê germa hewayê herî kêm di bin sifrê da li Qersê 19, li Erdexanê 16, li Agiriyê 16, li Erziromê 10, li Îdirê 7 pile û li Erzincanê pileyek hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nav rojê germa herî zêde li Erzincanê 12, li Îdirê 1, li Erzirom û Qersê 3, li Agiriyê û li Erdexanê di bin sifrê da pileyek be.

Qalindiya berfê li Agiriyê 66, li Erziromê 36, li Qersê 21, li Erdexanê 10 û li Îdirê 4 santêm hat pîvan.

Rayedaran ji bo şepeyê û ji bo cemeda bi şev hişyarî da welatiyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.