Tirkiye

Li Şanliurfayê operasyona qaçaxçîtiya çekan

Di operasyona li navçeya Bîrecîkê da 2 çekên lûledirêj, 3 demançeyên bêruxsat û 157 gule hatin qefaltin.

13.12.2017 - Rojanekırın : 13.12.2017
Li Şanliurfayê operasyona qaçaxçîtiya çekan

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Di operasyona li Bîrecîka navçeya Rihayê da 5 kesên ku tê îdiakirin, qaçaxçîtiya çekan dikin hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyê, ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê li taxa Almaşar, Cumhuriyet û Ugurcukê operasyon birin ser hin navnîşanan.

Ekîban di lêgerîna van navnîşanan da 2 çekên lûledirêj, 3 demançeyên bêruxsat û 157 gule bi dest xistin.

Der heqê bûyerê da A.K, S.K, O.K, S.E. û M.A.T. hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.