Tirkiye

Li Şanliurfayê şerê çekdarî: 3 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Bîrecîkê di şerekî çekdarî da 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

26.02.2017 - Rojanekırın : 27.02.2017
Li Şanliurfayê şerê çekdarî: 3 mirî, 4 birîndar

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

 Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê di navbera du malbatan da şerê çekdarî derket û di encamê da 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Mezrayê ya li ser navçeyê di navbera du malbatan da nîqaşeke ku sedema wê hê diyar nîne, derket û herwiha nîqaş gur bû û çek teqiyan.

Di bûyerê da Îbrahîm, Hatîce Akbaş û Halîl Begît li ciyê rûdanê canê xwe dan. Muhittin, Îbrahim Begît û Ahmet û Yakup Akbaş jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê. Piştî midaxaleyên ewil, birîndar sewqî nexweşxaneyên li Şanliurfayê kirin.

Li ser îxbarê gelek ekîbên cendirmeyan sewqî ciyê bûyerê kirin.

Ekîban herwiha li tax û nexweşxaneyê tevdîrên ewlekariyê standin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın