Tirkiye

Li Şanliurfayê wesayiteke eskeran totî newalê bû

Li Akçakaleyê wesayiteke eskeran totî newalê bû û di encamê da du esker şehîd bûn

Önder Beyter  | 19.02.2018 - Rojanekırın : 19.02.2018
Li Şanliurfayê wesayiteke eskeran totî newalê bû

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê wesayiteke eskeran totî newalê bû û di encamê da 2 esker şehîd bûn.

Li gorî agahiyê, wesayita eskerên Fermandariya Taxbûra Hidûd a 2emîn ya ku diçû Qereqola Yeşîltepeyê, li ser rêya Akçakale-Ceylanpinarê welgeriya newala ku ji ber barana gur ava wê zêde bûye.

Piştî qezayê ji 4 eskerên di wesayitê da 2 jê bi derfetên xwe ji wesayitê derketin, lê 2 eskerên din di ro da çûn.

Piştî qezayê tîmên Midûriyeta Ewlehiya Şanliurfayê yên ku binê avê digerin, tîmên agirkuj û esker ji bo ku eskerên winda bibînin, dest bi xebatê kirin.

Walî Abdullah Erîn, Fermandarê Tûxaya 20emîn a Zirxpoş Tûxgeneral Îsmaîl Hakki Koseali, Fermandarê Cendirmeyên Parêzgehê Albay Nûrî Ozturk û rayedarên din ên eskerî çûn cihê bûyerê û teseliya xebatan kirin.

Ekîban bi makîneyên şixul li noqteyên cuda çend qanal vekirin da ku av bikişe. Piştî ku av kişiya ciyê wesayita zirxpoş hat tesbîtkirin. Piştra ji bo ku biçin newalê ekîban valahî bi xweliyê tijî kirin û rê çêkirin. Bi vî hawî bi xebateke 12 saetan va ekîb gihîştin cinazeyên eskeran.

Piştî lêkolîna dozgerê komarê, cinazeyên eskeran rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Şanliurfayê da jî hat diyarkirin ku cinazeyên eskeran hatin dîtin û wiha hat ragihandin, "Cinazeyê Şehîd Peyade eskerê bipeyman Cuma Ali Akçal û yê şehîd Peyade eskerê bipeyman Esat Ertaş wê piştî merasima li Balafirxaneya GAP Şanliurfayê bo memleketê wan bê şandin. Xwedê rehma xwe li wan ke, serê Artêşa me û gelê me yê ezîz sax be."

Eşkere bû ku cinazeyê şehîd Akçal wê bişînin Kahramanmaraşê, yê Ertaş jî wê bişînin Konyayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.