Tirkiye

Li Stenbolê ciyê pîrozkirina 1ê Gulanê eşkere bû

Kanî Bekoyê Serokê Giştî yê DÎSKê ragihand ewê 1ê Gulanê Roja Ked û Desthevgirtinê digel DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û rêxistinên din li Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin.

Nihat Kavşut  | 26.04.2017 - Rojanekırın : 26.04.2017
Li Stenbolê ciyê pîrozkirina 1ê Gulanê eşkere bû

Istanbul

ÎSTANBUL

Kanî Bekoyê Serokê Giştî yê DÎSKê ragihand ewê 1ê Gulanê Roja Ked û Desthevgirtinê digel DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û rêxistinên din di serî da li Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê û li her derên Tirkiyeyê pîroz bikin.

Kanî Bekoyê Serokê Giştî yê DÎSKê, Lamî Ozgenê Serokê Giştî yê KESKê, Raşît Tukelê Serokê Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) û Emîn Koramazê Serokê Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) li Navenda Giştî ya DÎSKê ji bo 1ê Gulanê Roja Ked û Desthevgirtinê daxuyanî dan.

Li ser navê saziyan Kanî Beko daxuyaniya çapemeniyê xwend û ragihand ewê 1ê Gulanê Roja Ked û Desthevgirtinê digel DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û rêxistinên din di serî da li Stenbolê li Bazara Gel a Bakirkoyê û li her derên Tirkiyeyê pîroz bikin.

Beko ji bo pîrozbahiya li Bakirkoyê destnîşan kir saeta kombûnê 11.00, saeta meşê 12.00 û saeta destpêkirinê jî 13.00 e û got wê rêya meşê bi destê Komîteya Tertîbkirina 1ê Gulanê bê eşkerekirin.

Kanî Beko diyar kir wekî her sal wê kesên di 1ê Gulana 1977an da mirin bi bîr bînin û got em ê 29ê Nîsanê di saet 11.00an da li Kazanci Yokuşu, di saet 13.00an da li Şîşhaneyê û di saet 15.00an da li Kadıkoyê merasimên bibîranînê çêkin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın