Li Sînopê otobusa rêwiyan welgeriya
Li navçeya Boyabatê otobusa rêwiyan li barîyeran ket û welgeriya. Li gorî encamên ewil 9 kes birîndar bûn.
Sinop
SÎNOP
Li Boyabata navçeya Sînopê otobuseke rêwiyan welgeriya û li gorî encamên ewil 9 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa rêwiyan a fîrmayeke taybet ku ji navenda bajêr ber bi Boyabatê diçû, li binê bajêr li bariyeran ket û welgeriya.
Gelek ambulans û ekîbên rizgarkirinê sewqî ciyê qezayê kirin. Li gorî encamên pêşîn 9 kes birîndar bûn.
Bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sala 75emîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.