Tirkiye

Li Tunceliyê pevçûn: leşkerek şehîd, 2 leşker jî birîndar

Li çoltera navçeya Nazimiyeyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket, leşkerek şehîd bû, 2 leşker jî birîndar bûn.

18.06.2017 - Rojanekırın : 19.06.2017
Li Tunceliyê pevçûn: leşkerek şehîd, 2 leşker jî birîndar

Tunceli

TUNCELΠ

Li çoltera Nazimiyeya navçeya Tunceliyê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket û di encamê da leşkerek şehîd bû, 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li çoltera navçeya Nazimiyeyê leşkerên ku bona astengkirina fealiyetên rêxistinên terorê derketibûn operasyonê, leqî terorîstan hatin û pevçûn derket.

Di encama pevçûnê da leşkerek şehîd bû, 2 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin rewşa leşkerên birîndar ên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê, baş e.

Li deverê operasyona dijî terorîstan dewam dike.

Di daxuayaniya Walîtiya Tunceliyê da hat destnîşankirin ku di operasyona "Cendirmeyê Şehîd Serçawişê Biqidem Hasan Ozuberk-92" ya ku Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê di nava sînorê mulkî yê navçeya Nazimiyeyê da li dar dixe da hêzên ewlekariyê bi komeke unsûrên rêxistina terorê ra pevçûn. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di encama pevçûnê da leşkerek şehîd bû, 2 leşker jî birîndar bûn û herwiha leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê û rewşa leşkerên birîdar jî baş e.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyon dewam dike û wiha hat gotin, "Li parêzgeha me xebatên berterefkirina unsûrên terorîst bênavber û bibiryar berdewam in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın