Tirkiye

Li Wanê îdiaya "doxtora sexte"

Li Erdîşa navçeya Wanê biyaniyeke ku xwe wek doxtor dida nasîn hat derdestkirin.

20.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
Li Wanê îdiaya "doxtora sexte"

Van

VAN

Li Erdîşa navçeya Wanê biyaniyeke ku xwe wek dixtor da nasîn û hin nexweş muayene dikir, hat derdestkirin.

Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên zabiteyan û yên Midûriya Tenduristiya Navçeyê di çarçoveya kontrolên rutîn da çûn mala Mehpure A.ya ji eslê xwe azerî ye.

Ekîban tesbît kir ku Mehpure A. di nav şert û mercên nebaş da du nexweşan muayene dike, dîplome û rusqeta wê tune.

Ekîbên polêsan Mehpure A. binçav kir.

Alî Furkan Gumuşê Wekîlê Midûrê Tenduristiya Navçeyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li ba Mehpure A.ya ku xwe wek doxtor daye nasîn, pasaport an jî nasname tunebûn û wiha pê da çû:

"Hat tesbîtkirin ku vê kesê di nav şert û mercên nebaş da nexweş kontrol kiriye û derman nivîsiye, lêbelê dîplomeya wê an jî rusqeta wê jî tuneye. Di dema kontrolê da R.A. û Y.C. hatin muayenebûnê û wêneyên saziyê hatin kişandin û tevlî dosyeyê kirin. Ekîbên zabiteya derê saziyê mor kir. Kesa ku doxtorî kiriye jî bi destê polêsan hat binçavkirin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.