Tirkiye

Li Zap û Avaşîn Basyanê 4 terorîst hatin berterefkirin

Di operasyona asîmanî ya li dijî mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker de li xeta sînorî 4 terorîst hatin berterefkirin.

19.10.2017 - Rojanekırın : 20.10.2017
Li Zap û Avaşîn Basyanê 4 terorîst hatin berterefkirin

Ankara

ANKARA

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) operasyona asîmanî bir ser mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ên hatin tespîtkirin ku ji bo êrîşa ser qereqol û herêmên baregehê yên li sînor di amadehiyê de ne. Di operasyonê de 4 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn de der heqê operasyona asîmanî yên li dijî herêma Zap û Avaşîn/Basyanê ya li bakurê Iraqê de agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de agahiya "Li herêmên bakurê Iraqê yên wekî Zap û Avaşîn/Basyanê bi wesiteyên keşf û çavdêriyê mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ên ku ji bo êrîşa qereqol û herêmên baregehên me yên li xeta sînor di amadehiyê de ne hatin tespîtkirin. Di operasyonê de bi tevahî 4 terorîst hatin berterefkirin."

Hat ragihandin balafirên ku beşdarî operasyonê bûn di nav ewlehiyê de vegeriyan baregehên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın