Tirkiye

Li Îdirê qeza: 8 mirî, 28 birîndar

Li Îdirê du otobêsên rêwiyan li hev qelibîn, di qezayê de 8 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

20.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Li Îdirê qeza: 8 mirî, 28 birîndar

Ankara

IGDIR

 Li Îdirê du otobêsên rêwiyan li hev qelibîn. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 8 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan otobêsa ku plaqeya wê 34 YK 9300 û şofêrê wê Huseyîn Onat bû ji Nahçivanê dihat û otobêsa ku plaqeya wê 34 DY 9220 û şofêrê wê Alî Karadag bû û ji îdirê dihat li ser rêya Îdir û Nahçivanê li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêrên otobêsan Onat û Karadag û 6 rêwî mirin, 28 kes jî birîndar bûn.

Birîndarên di otobêsan de asê man bi alîkariya tîmên AFADê û cendirmeyan ve hatin xilaskirin.

Birîndar bi ambulansan ve rakirin nexweşxaneyan.

Waliyê Îdirê Ahmet Turgay Alpman ji bo ku agahiyan hilde çû cihê bûyerê.

- Rewşa 5 birîndaran giran e

Walî Alpman behsa qezayê kir û wiha axivî: "Di qezayê de 8 kesan wefat kir, 28 birîndaran jî rakirin nexweşxaneyê. Birîndar li nexweşxaneyên dewletê ya Îdir û Aralikê de tên tedawîkirin. Rewşa 5 birîndaran giran e. Derbasî be."

Hat ragihandin ku ji miriyan 5 kes welatiyên Azerbaycanê, 3 kes jî yên Tirkiyeyê ne, birîndaran jê gelek jî ezerî ne.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın