Tirkiye

Lijneya Ewlehiya Neteweyî li ser referandûmê hişyarî da

Lijneya Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Serokomar Erdogan civiya û li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê hişyariyek belav kir

Elif Orhan  | 22.09.2017 - Rojanekırın : 23.09.2017
Lijneya Ewlehiya Neteweyî li ser referandûmê hişyarî da

Ankara

ANKARA

Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Civîna li Kulliyeya Serokomariyê di saet 17.00an de dest pê kir.

Piştî civînê der barê biryara referandûmê ya Herêma Kurdistana Iraqê de wiha hat ragihandin:

"Heke digel hemû hişyariyên me ev referandûm bê kirin Tirkiye mafên xwe yên ji ber peymanên dualî û navneteweyî mehfûz digire."

Ji danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî:

"Bangî birêvebiriya HKIyê hat kirin ku hêj wext heye dev ji biryara referandûmê berde. Heke wisa bibe ji bo ku pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de bi rêya hevdîtinan û li gor destûra bingehîn bên çareserkirin Tirkiye amade ye ku çi ji destan bê bike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wesfê referandûmê û hat ragihandin:

"Wesfê xeyrîmeşrûbûna referandûma ku Herêma Kurdistana Iraqê eşkere kir ku dê di 25ê Îlona 2017an de bike û neqebûliya wê car din hat diyarkirin."

Wek din wiha hişyarî hat dayîn:

"Hat gotin heke Bakurê Iraqê di vê şaşitiya xwe de israr bike ku Tirkiye, Konseya Ewlehiyê ya NYyê, civaka navneteweyî û hikûmeta navendî ya Iraqê jî qebûl nake, bivênevê ye ku digel Bakurê Iraqê encamên wehîm ên ku zirarê didin hemû herêma me derkevin holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın