Tirkiye

"Me bernameya xwe ya der barê çêkirina balafiran de da destpêkirin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Işik: "Me bernameya xwe ya der barê çêkirina balafiran de da destpêkirin. Êdî 'fikara temam me balafir çêkir, lê heke motor nedin emê çawa balafirê bifirînin' wê nebe."

30.04.2017 - Rojanekırın : 30.04.2017
"Me bernameya xwe ya der barê çêkirina balafiran de da destpêkirin"

Kocaeli

KOCAELÎ

Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik di civîna "Li Tirkiyeyê Xebatên Pîşesaziyê yên Parastinê" ya ku ji hêla Nûnertiya Koaceliyê ya Yekîtiya Endezyaran a Mîmar Sînan ve hat lidarxistin de axivî.

Işik behsa girîngiya Mîmar Sînan û endezyariyê kir.

- "Me bernameya xwe ya der barê çêkirina balafiran de da destpêkirin"

Wezîr Işik anî ziman ku Tirkiye êdî ji bo ku bi xwe balafiran û motorên balafiran çêbike xebatan dimeşîne û wiha axivî: "Ji bo vê me xebata 'Motorê Balafira Neteweyî' jî da destpêkirin. Êdî 'fikara temam me balafir çêkir, lê heke motor nedin emê çawa balafirê bifirînin' wê nebe. Ji bo vê me ev bername da destpêkirin. Der barê vê de em her roj gavekê diavêjin. Me şirketa dedektora neteweyî jî ava kir û di demeke nêz de ewê jî dest bi xebatan bike."

Işik got Tirkiye di vê qadê de bi endazyarên xwe yên xwedî qabîliyet û derfetên xwe ve êdî gihîştiye asteke bilind.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın