Tirkiye

Navenda peykê ku li Tirkiyeyê ya ewil e deriyê xwe ji AAyê ra vekir

NETPFya ku di bin banê Şirketa Anonîm a Sanayiya Hewagerî û Fezayê ya Tirk (ŞASHF) da ava bû û li Tirkiyeyê navenda yekemîn e, deriyên xwe ji AAyê vekirin

İbrahim Atmaca  | 19.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Navenda peykê ku li Tirkiyeyê ya ewil e deriyê xwe ji AAyê ra vekir

Ankara

ANKARA

Navenda Entegrasyon û Testê ya Pergalên Fezayê (NETPF) ku di bin banê Şirketa Anonîm a Sanayiya Hewagerî û Fezayê ya Tirk (ŞASHF) da ava bû û li Tirkiyeyê navenda yekemîn e, deriyên xwe ji AAyê vekirin.

Li navendê entegrasyona pêşketî û testên hawirdorî yên Gokturk-1ê tên kirin. Li navendê Turksat 6Aya ku wê bibe peyka xwemalî û neteweyî ya ewil a Tirkiyeyê, wê were çêkirin.

Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê, Misteşariya Sanayiyê ya Parastinê û Şirketa Anonîm a Turksatê maliyeta veberhênana Navendê dide û ŞASHF jî dişixulîne.

ŞASHF bi personelê xwe yê pispor û binesaziya xwe ya endustriyel va hemû karên teknîkî yên Navenda NETPFyê bi tena serê xwe pêk tîne. Li navendê odeya paqij a ku nêzî 3 hezar û 800 metrekare û ekîbmanên erdê hene. Li navendê gelek peykên ku kutleya wan heta 5 tonî ne, di heman demê da dê werin montajkirin, entegrekirin û testa wan dê were kirin.

Li Navendê xizmeta projeyên fezayê yên navneteweyî jî wê werin kirin, li Navendê herî pêşîn testên entegrasyona pêşketî û hawirdorî yên Gokturk-1ê hatin kirin.

Tirkiyeyê bi saya serê vê tesîsê, di qada montajkirin, entegrasyon û testa pergalên fezayê da li qada navneteweyî cihê xwe girt.

Navend rasterast bi balafirgeha leşkerî va girêdayî ye û ev jî ji bo ewlehî, maliyet û rêvebirina rîskê avantajeke mezin e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın