Tirkiye

"Operasyona Efrînê tesîrê li aboriyê nake"

Serokwezîr Yildirim: "Aboriya Tirkiyê ne aboriyeke wisa ye ku bikeve bin bandora van operasyonan (Çiqlê Zeytûnê)."

Muhammet Kurşun  | 21.01.2018 - Rojanekırın : 22.01.2018
"Operasyona Efrînê tesîrê li aboriyê nake"

Istanbul

ÇANAKKALE

Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got: "Aboriya Tirkiyê ne aboriyeke wisa ye ku bikeve bin bandora van operasyonan (Çiqlê Zeytûnê)."

Yildirim înşaeta Pira Çanakkaleyê 1915 ziyaret kir û li vir daxuyanî da rojnamevanan.

Der heqê pirseke li ser Operasyona Efrînê de Yildirim wiha nirxandin kir:

"Operasyona Efrînê wek operasyona Mertala Feratê ye. Mucadeleya me ya bi terorê re li Şirnexê, Hekariyê û deverên din didome. Aboriya Tirkiyê ji operasyonên wisa biçûk tesîrê nagire. Jiyan bi hemû awayî didome. Ev ji bo rizgarkirina birayên me yên Kurd, Tirkmen û Ereb hemûyan e."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın