Tirkiye

"Operasyona Mertalê Feratê bi serkeftiyane gihîşt encamê"

Danezana MGKê: "Hat îfadekirin ku operasyona Mertalê Feratê ku bi mebesta dabînkirina asayişa sînorê welatê me, berterefkirina êrîş û tehdîdên DEAŞa rêxistina terorê yên li dijî welatê me, dihat birêva birin, bi serkeftiyane encam daye."

29.03.2017 - Rojanekırın : 30.03.2017
"Operasyona Mertalê Feratê bi serkeftiyane gihîşt encamê"

Ankara

ANKARA

Piştî civîna Lijneya Ewlehiyê ya Milî wiha hat ragihandin: "Dubare hat teyidkirin ku bikarbirina PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê li Sûriye û Iraqê, bi mebesta tesîskirina jîngeheke ewledar û aram li herêmê, wê ti fêdeya wê tune be, bilekis di wadeya dirêj da wê bibe sedema derketina pirsgirêkin mezintir. Herwiha cext hat kişandin ku Tirkiyeyê li herêmê li dijî hemî cureyên rêxistinên terorê bi şiklekî kara têdikoşe. Lê heger hevpeymanên Tirkiyeyê piştgiryên weke pere, çek, melzemeyên leşkerî bidin  wan rêxistinên ku Tirkiyeyê ew weke terorîst îlankirine, wê ew tişt zirarê bidin têkiliyên me yên dostane." 

Di danezana MGKê da hat gotin:

"Helwesta dijî qanûnên hiqûqê û teaamulên dîplomatîk û di vê çarçoveyê da çalakiyên dije îslamî yên hikûmetên hinek welatên Ewropayê li dijî siyasetmedar û burokratên tirk hatin nirxandin. Tedbîrên der barê berevaniya li maf û hiqûqên welatiyên me yên ku bûne mexdûrê êrîşên fîzîkî hatin gotûbêjkirin."

Danezan wiha berdewam bû: "Hat îfadekirin ku operasyona ku bi mebesta dabînkirina asayişa sînorê welatê me, berterefkirina êrîş û tehdîdên DEAŞa rêxistina terorê yên li dijî welatê me, îmkandayina vegera xuşk û birayên me yên sûrî ji bo welatê wan û rêpêdana jiyaneke aram li herêma Mertalê Feratê, dihat birêva birin, bi serkeftiyane encam daye.

Dubare hat teyidkirin ku bikarbirina PKK/PYD-YPGya rêxistina terorê di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê li Sûriye û Iraqê , bi mebesta tesîskirina jîngeheke ewledar û aram li herêmê, wê ti fêdeya wê tune be, bilekis di wadeya dirêj da wê bibe sedema derketina pirsgirêkin mezintir. Herwiha cext hat kişandin ku Tirkiyeyê li herêmê li dijî hemî cureyên rêxistinên terorê bi şiklekî kara têdikoşe. Lê heger hevpeymanên Tirkiyeyê piştgiryên weke pere, çek, melzemeyên leşkerî bide wan rêxistinên ku Tirkiyeyê ew weke terorîst îlankirine, wê ew tişt zirarê bidin têkiliyên me yên dostane." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
MGK
Bu haberi paylaşın