Tirkiye

Operasyona terorê ya li Diyarbekirê hat temamkirin

Li çola navçeya Lice û Haniyê "Operasyona Bayrak-44 Şehît Cendirme Çawîşê Pispor Zînnur Ezîm" a li dijî PKKya rêxistina terorê, bi serkeftî hat temamkirin.

30.03.2017 - Rojanekırın : 30.03.2017
Operasyona terorê ya li Diyarbekirê hat temamkirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li çola navçeya Lice û Haniya Diyarbekirê operasyona ku hêzên ewlehiyê li dijî PKKya rêxistina terorê dikir, bi serkeftî hat kutakirin.

Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, "Operasyona Bayrak-44 Şehît Cendirme Çawîşê Pispor Zînnur Ezîm" ku li rojavayê bakurê Liceyê û rojhilata bakurê Haniyê di 27ê adarê saet 22.00î da dest pê kir, şeva 29ê adarê bi serkeftî hat temamkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da tivinga keleşnîkof a peyadeyan, şarjor, 63 fîşeng, 3 bombeyên destan ên parastinê, 4 tivingên nêçîrê yên bêruxset, 9 dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin, hat ragihandin ku li ser rêya Şenlik-Birlika Liceyê jî 2 tûpên piçûk ên 12 kîloyê hatin dîtin û di nav wan da teqemeniya destçêkirî ku ji 100 kîlo amonyum nîtratê û şekir hatine çêkirin û 2 sitargeh hatin dîtin û di cî da hatin xerabkirin.

Li gor daxuyaniyê herêma ku lê operasyon hat kirin gund û mezra hene û di 42 malan da lêgerîn hat kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Li goma Akçapinara gundê Şenlîkê yê li ser Licêyê wesayîteke ku qeyda wê ya cotplaqe heye û li gorî agahiyên îstixbarî dibe ku di çalakiyên terorê da bê emilandin, hatiye qefaltin. Tevî kesê ji ber ku li gundê Ecemîşa Licê propagandaya rêxistina terorê kir, lê digeriyan, 3 hevkarên rêxistina terorê di 28ê adarê dora saet 20.30î da hatine binçavkirin."

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku di çarçoveya narko terorê da 812 kîlogram esrara xubar û 27 kîlogram jî esrar hat qefaltin û herwiha li ser telîmata dozgerê komarê çek, muhimat, wesayît û hişbira qefaltî tên veşartin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın