Tirkiye, Polîtîka

Pirtûkên Gulen hatin qedexekirin

Dadgeriya Cezaya Silhê ya Bakirkoyê ya Nobedar biryar da ku pirtûkên ku ji aliyê Fethullah Gulenê serokê FETO ve hatine nivîsandin, çapkirina CD, DVD û metaryalên din ên elektronîk, belavkirin û firotina wan bê qedexekirin.

E.O  | 29.07.2016 - Rojanekırın : 30.07.2016
Pirtûkên Gulen hatin qedexekirin

Istanbul

ÎSTANBUL

Dadgeriya Cezaya Silhê ya Bakirkoyê ya Nobedar biryar da ku pirtûkên ku ji aliyê Fethullah Gulenê serokê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) ve hatine nivîsandin, çapkirina CD, DVD û metaryalên din ên elektronîk, belavkirin û firotina wan bê qedexekirin.

Di çarçoveya daxwaza Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê de Ertugrul Sariyarê Dozgerê Komarê yê Bakirkoyê diyar kir ku bi tevahî 672 pirtûk, CD, DVD û metaryalên din ên elektronîk ên tê fikirîn ku Fethullah Gulenê ku bi sûcdarkirina serokê FETO/PDYya lu di 15ê temûzê de hewl da ku bi rêya zor û şîdetê pergala destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê têkbide ji aliyê serdozgeriyên Stenbol û Enqereyê ve der heqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, bi navê zanayê dînê ji bo ku hezkiriyên xwe zêde bike û ji rêxistinê re endaman peyde bike nivîsandine dibe ku sûcê "propagandaya rêxistina terorê" derxîne holê.

Dozger Sariyar xwest ku di vê çarçoveyê de li gor Qanûna Çapemeniyê çapkirin, belavkirin û firotina pirtûkên ku Gulen nivîsandine bên qedexekirin, dest deynin ser pirtûk, CD, DVD û metaryalên din ên elektronîk ên ku hatine bidestxistin.

Dadgeriya Cezaya Silhê ya Bakirkoyê ya Nobedar daxwaza dozgeriyê qebûl kir û biryar da ku çapkirin, belavkirin û firotina pirtûkên ku Gulen nivîsandine, CD, DVD û metaryalên din ên elektronîk ên wî bê qedexekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın