Tirkiye

"Piştî seyaheta xwe, emê Lijneya xwe ya Rêveberiya Navendî pêk bînin"

Serokomar Erdogan: "Piştî seyaheta xwe, emê nirxandinên xwe bikin û emê Lijneya xwe ya Rêveberiya Navendî pêk bînin. Piştî vê jî gavên pêwîst ji bo siberojê wê bine avêtin."

Ahmet Aydın  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
"Piştî seyaheta xwe, emê Lijneya xwe ya Rêveberiya Navendî pêk bînin"

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, berî bi rêketina ber bi Brukselê ve li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ji rojnamevanan re axivî.

Serokomar Erdogan got, "Hemî tehdîdên asîmetrîk, çi di warê neteweyî çi di warê nêvneteweyî de helbet bi şiklekî cidî, ji asayişa me re jî tehdîd e. Di nava van tehdîdan de teror di rêza serî de ye. Ji bo nehiştina van hemî pirsgirêkan sekneke bi binema û biryardar lazim e. Bi taybetî hevpeymanên NATO divê di nava hevkariyeke bi hêz de bin. Di mehên dawî de, ew êrîşên ku li St. Petersburg, Stockholm, Parîs û Manchesterê hatin lidarxistin, dîsan nîşandan ku teror meseleyeke herêmî nîn e."

- "Terorîzm kêşeyeke hemû dinyayê ye"

Serokomar got, "Divê herkes êdî vê rastiyê qebûl bike. Terorîzm îro roj ne bi tenê kêşeya welatekî ye, kêşeya hemû dinyayê ye. Meseleyên kurewî bi tenê bi hevkariyeke di astan kurewî da dikarin bên çareserkirin. Em dibînin ku hê jî li hin deran ferq û cudahiya 'terorîstê min, terorîstê te" heye. Divê êdî em pêsîra xwe ji vê yekê xilas bikin. Meseleyên kurewî heger di asteke kurewî da bên nîqaşkirin, çareseriya wan pêkan e."

- "Ezê daxwaza nexşereyekê bikim"

Erdogan got, "Piştî seyaheta xwe, emê nirxandinên xwe bikin û emê Lijneya xwe ya Rêveberiya Navendî pêk bînin. Piştî vê jî gavên pêwîst ji bo siberojê wê bine avêtin. Herwekî ku di axaftina spasiyê  ya xelaseka kongreyê de min îfade kir, ezê daxwazê li hemî hevalên me yên wezîr bikim ku heta dawiya meha şeşan, heta dawiya salê nexşereyekê bidine me."

- "Yê ku bloqe bike, wê bloqe be"

Serokomar Erdogan herwiha derbarê vetoya Tirkiyeyê ya li hemberî Awistiryayê ya di warê NATOyê da got, "Yê ku bloqe bike, wê bloqe be. Mijar evqas hêsan e."

Serokomar Erdogan ji bo îdiayên di siyasetê da paqijiya FETO nehat kirin got, "Yê ku îdia dike di siyasetê da ev paqijî nehat kirin, divê vê îdiaya xwe zelal dayne holê. Em timî dibêjin, di hiqûqê da qaîdeyek heye, 'Mudeî bi îsbata îdiaya xwe mukelef e'. Qesda te kê ye bêje, heger qesda te zavayê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê be, baş e lê ev mijar bi darazê ra eleqedar e. Hedê kesî nîne digel ku tu eleqe, peywir û ciyê vî kesî di nava partiyê da tuneye û hin kes rabin hewl bidin ku fatoreyê ji AK Partiyê ra bibirin."

- "Heger biçin emê bêjin 'ser çavan' û hew"

Serokomar Erdogan derbarê nîqaşên vekişîna leşkerên alman ji Baregeha Încîrlîkê de wiha axivî, "Derheqê vê mijarê da tiştek nehatiye ber destê me. 'Çûn û neçûna me ya Urdinê', tiştekî wiha negihiştiye ber destê me. Heta çendek berê rayedarên alman daxuyanî dan ku di rojeva wan da tiştekî werganî tuneye. Heger bikin jî bona me xem nîne. Heger biçin emê bêjin 'ser çavan' û hew."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın