Tirkiye

Plankerên darbeyê tên darizandin

Doza hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya FETOyê ya der barê çalakiyên li Sererkaniyê dest pê kir, 221 bersûc derketin pêş hakim

22.05.2017 - Rojanekırın : 23.05.2017
Plankerên darbeyê tên darizandin

Ankara

ANKARA

 Doza hewldana darbeya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya der barê çalakiyên li Sererkaniyê di 17emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê de dest pê kir. Di dozê de endamên qaşo Konseya Sulhê ya li Welêt jî di nav de 221 bersûc tên darizandin.

Serokatiya dadgehê ji hêla Hakim Oguz Dîk ve tê kirin û rûniştina dozê li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Sîncanê dewam dike.

Dozê heta 16ê hezîranê dewam bike. Fetullah Gulenê serokê FETOyê wek bersûcê serekî yê dozê tê darizandin.

Endamê Şuraya Leşkerî ya Bilind ê Berê Akin Ozturk, Serokê Daîreya Xebatkarên Sererkaniyê Mehmet Partîgoç, Serokê Daîreya Veguhastina Stratejîk Mehmet Dîşlî, Seryawerê Serokomar ê Berê Alî Yazici, Levent Turkkanê Efserê Berê yê Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, xebatkarê Midûriyeta Katibê Taybet ê Serokwezirtiyê Muhammet Uslu jî wek bersûc tên darizandin.

Di dosyayê de 200 girtî, 9 bersûcên bêyî girtinê têne darizandin hene. 12 bersûc jî fîrarî ne.

Ji bersûcan jê 3 kes korgeneral in, 4 kes tumgeneral, 16 kes tuggeneral, 3 kes tugamîral, 26 kes albay, 27 kes yarbay, 37 kes bînbaşî, 21 kes yuzbaşî yên mayîn jî kesên ku rutbeyên wan kêm in.

Ji bilî van 12 mamoste, karmend û esnaf jî di nav bersûcan de hene.

Bersûc ji ber sûcên "îxlalkirina destûrê", "Bi zor û zextê va teşebusa TBMMyê ji holê rakirin", "Bi zor û zextê va teşebusa jiholêrakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê ", "rexistina terorî ya biçek rêvebirin û endamtî", "suîqesdaa Serokomar", "şehîdkirina 250 welatiya", "teşebusa kuştinê ya 2 hezar û 735 welatiyan û "sînordarkirina azadiya rêveberên dewletê û fermandarên payebilind" têne darizandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.