Tirkiye

Serokomar Erdogan û Trump sibê hevdîtineke rûbirû bikin

Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump sibê di saet 22.00î da wê li Otêla Lotte New York Palaceyê hevdîtineke rûbirû bikin.

Abdullah Tel  | 20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Serokomar Erdogan û Trump sibê hevdîtineke rûbirû bikin

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Donald Erdogan û Serokê DYAyê Trump sibê di saet 22.00î da wê li Otêla Lotte New York Palaceyê hevdîtineke rûbirû bikin. 

Erdoganê ku ji bo Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 72yemîn li New Yorka bajarê DYAyê di çarçoveya lûtkeyê de bi gelek serokdewletan re hevdîtinên rûbirû kir.

Serokomar Erdogan li New Yorkê dê sibê bi Trumpê Serokê DYAyê re bê bal hev. 

Her du serok dê sibê bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.00an de li Otêla Lotte New York Palacayê hevdîtineke rûbirû bikin. 

Tê payîn ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump piştî hevdîtina navborî daxuyaniyeke hevpar bidin. 

Di qismeke hevdîtinê de dê heyetên her du aliyan jî amade bin. Di serê mijarên tê payîn ku di hevdîtinê de li serê bisekinin paşvekişandina Kongreya DYAyê ya pêşnûmaya der heqê firotina çekên kimyewî ya ku parazvan bi kar tînin tê. 

Tê texmînkirin ku Serokomar Erdogan mijara paşvedana Fetullah Gulenê serokê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yê ku li DYAyê ye kî bîne rojevê. 

- Erdogan û Trump di xwarinê de hatibûn bal hev

Serokomar Erdogan duh di Lijneya Giştî ya NYyê ya72yemîn de di xwarina ku ji bo xatirê serokên heyetan hatibû dayîn de bi Serokê DYAyê Trump re demekî sohbet kiribû. 

Ji Erdogan pirsîbûn ka di xwarinê de li ser biryara Kongreya DYAyê ya der heqê paşvekişandina pêşnûmaya der heqê firotina çekan de axivîn an na gotibû ku "Li ser maseya xwarinê derfeta me tunebû ku em hevdtîneke ew qas berfireh bikin. Tenê dê roja pêncşemê bi wî re dibe ku qismen jî di navbera heyetan de ama piranî rûbirû dê hevdîtineke me çêbe. Piştî wê hevdîtinê em ê bi hev re daxuyaniya xwe ya hevpar bidin. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın