Tirkiye

"Stenbol kurtahiya welêt e"

Serokomar Erdogan: "Stenbol kurtahiya welêt e. Peywendiya 80 wîlayetên din ên Tirkiyeyê ji hêla însanî û fizîkî ve bi Stenbolê re heye. Wisa be têgihandina Stenbolê di heman demê de têgihandina Tirkiyeyê ye jî."

Sevim Hatun  | 29.05.2017 - Rojanekırın : 29.05.2017
"Stenbol kurtahiya welêt e"

Ankara

İSTANBUL

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Stenbol kurtahiya welêt e. Peywendiya 80 wîlayetên din ên Tirkiyeyê ji hêla însanî û fizîkî ve bi Stenbolê re heye. Wisa be têgihandina Stenbolê di heman demê de têgihandina Tirkiyeyê ye jî. Herwiha xizmeta ku bo Stenbolê tê kirin di heman demê de bo Tirkiyeyê tê kirin. Me bi îlhama ku ji Stenbolê wergirt ji tenduristiyê bigire heta perwerde, avahîsazî, çand, spor û alîkariya civakî xizmeta 80 wîlayetên xwe yên din kir, em dikin jî."

Serokomar Erdogan beşdarî bernameya "Pîrozbahiyên 564emîn Salvegera Fethkirina Stenbolê û Fitara Protokola Stenbolê" ya li Navenda Kongreya Halîçê hat kirin bû.

Erdogan wiha axivî: "Îro Wezîrê min ê Hundir derdora saet 12.00an ji Çiyayê Katoyê li min geriya. Li wê derê çi kirin? Ketin şikeftên wan. Û ji şikeftên wan ên ku ketinê li me geriyan. Li wê derê hejmarek terorîst kuştin. Belê şehîdên me hene. Lê ne xwîn ne jî axîna şehîdên me li erdê dimîne. Eha, li rojên dawîn binêrin şehîdek me heye; lê 10 terorîst hatine kuştin. Em tola şehîdên xwe ji wan hildidin û em ê hildin jî."

Serokomar Erdogan bal kişand ser dinya û rewşa welêt got: "Dinya jana vesazbûnê dikişîne. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke girîng dikeve ser milê Tirkiye û Stenbola vîtrîna wê. Ji bo ku haya me ji vê rewşê heye, em bo pêngavên serdema demokrasî û aboriyê amadehiyan dikin. Ji bo vê berî her tiştî lazim e em heyama heta 2019an baş binirxînin. Hedefên me yên sala 2023yan wê me bigihînin asta medeniyetên hemdemî. Wekî her gavê wê dîsa lokomotîfa hedefên me Stanbol be.

Înşallah pêvajoya pêşiya me wê gavên girîng bêne avêtin, projeyên girîng bikevin rewacê. Em ê van projeyan hemûyan bi hev re pêk bînin. Em ê piştgiriya hevalên xwe yên serkeftî bikin, em ê hevalên nû bişînin ciyê hevalên ku têr û tijî naxebitin û em ji wan sûdê wernagirin û heyama pêşiya xwe baş binirxînin."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir:

"Pêdiviya vî welatî, vî miletî, mirovan pir bi hezkirin û rêzgirtinê heye. Roja ku em di vê mijarê de biser kevin, roja ku em hevkarî û yekîtiya xwe xurttir bikin wê gavê ew ê tu kes nikaribe vî miletî têk bibe; jixwe hin kes ji ber nikaribûn vî miletî têk bibin hê jî janê dikişînin.

Em ê vê xisara ku rêxistinên terorî bi taybetî FETO, DEAŞ û PKKyê da bajêr (Stenbol) ji holê rakin, em ê destûrê nedin ku ew cardin destê xwe dirêjî vî welatî bikin, em ê ji bo vê xebatên xwe bi lez û bez temam bikin."

Serokomar Erdogan got: "Îro Wezîrê min ê Hundir derdora saet 12.00an ji Çiyayê Katoyê li min geriya. Li wê derê çi kirin? Ketin şikeftên wan. Û ji şikeftên wan ên ku ketinê li me geriyan. Li wê derê hejmarek terorîst kuştin. Belê şehîdên me hene. Lê ne xwîn ne jî axîna şehîdên me li erdê dimîne. Eha, li rojên dawîn binêrin şehîdek me heye; lê 10 terorîst hatine kuştin. Em tola şehîdên xwe ji wan hildidin û em ê hildin jî."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın