Tirkiye

"Sîstema teze ew ê terorê ji holê rake"

"Sîstema teze ew ê terorê ji holê rake. Ma hûn difikirin ku PKK, DEAŞ û FETOyî beradayî her roj diqîrin û kampanyaya "na"yê dikin. Meneyeke vê guherînê heye, çimkî ev guherîn wê wan ji holê rake. Lê çi dikin bila bikin, ew ê ji holê rabin."

25.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
"Sîstema teze ew ê terorê ji holê rake"

Ankara

ANKARA

Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di "Civîna Raydayina Gel a Sîstema Hikûmeta Serokomariyê" ya ku li Salona Sporê ya Enqereyê hat lidarxistin da xîtabî alîgirên partiyê kir.

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku reform zor in û bi meşeqet in, lêbelê ji ber ku zor û bi meşeqet e, xetere ye kesên ku ji reforman direvin, ji qada dîrokê derketin û winda bûn û wiha pê da çû: "Ji bîr nekin, tirsonek tu carî nikarin abîdeya serfiraziyê çêkin. Kesên ku ji reforman ra dibêjin 'na' nikarin tu berhemî derxin holê. Kesên ku ji reforman ditirsin nikarin tarîxê binivîsînin. Çaxa ku Siltan Alpaslan bi artêşa xwe ra hate Milazgirê, bawer bikin ku hin kessan ji wî ra jî gotin 'na', lê belê wî guh neda wan û tîrx guherand."

Yildirim bi bîr xisti ku çaxa Selaheddîn Eyubî diçû Qudsê hin kesan ji wî ra jî gotin 'na' lêbelê wî guh neda wan û tarîxek nivîsî û wiha axivî: "Fatîh Siltan Mehmet çaxê ku derkete fetha Stenbolê hin kesan ji wî ra jî gotin 'na' lêbelê wî guh neda wan tirsonekan û tarîxek nivîsî û Stenbol feth kir."

"Em dixwazin ku ji dil bêjin 'erê' ne bi ziman."

Serokwezîr Yildirim wiha pê da çû: "Li cem me, em kesî nadin zorê, tehdîd li cem me tuneye, li cem me tirs tuneye, lê tirsandin jî tuneye. Li cem me bendbendîbûn tuneye, dêrandin tuneye. Em dixwazin ku ji dil me ra bêjin 'erê' ne bi ziman."

"Me ji 'na' yên wan ra got 'erê' û hatin vê rojê"

Serokwezîr Yildirim bal kişand ser bûyerên ku di van demên dawîn da qewimîn û axaftina xwe wiha domand: "Me got bûyerên Geziyê provokasyon in, gotin 'na', me got 'erê'. Me got '17-25ê berfanbarê kumpas e' , gotin 'na', me got 'erê'. Di 15ê Tîrmehê da hatin ku welêt dagir bikin, bombe di ser Meclisê da barandin, hewl dan ku îradeya milî ji holê rakin, me got 'hûn nikarin hilşînin û parçe bikin'. Hê di serî da me ku ev hewlek e. Serokomar ê me di serî da got 'hetanî mirinê bi miletê min ra' û li dijî vê derket. Me ji 'na'yên wan ra got 'erê' û em hatin vê rojê. Heke em li ber 'na'yên wan bitirsiyana, paşda vekişiyana dîrokê û gel ji me hesab bipirsiyaa, Xwedayê ji me hesab bipirsiya."

"Ev temamkirina kêmasiyên kar ê di 2007an e"

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim diyar kir ku xebatên xwe didomînin û karên ku kêmasî tê hene tên temamkirin û wiha got: "Ev guhertina makezagonê ya ku gelê deng bidê, temamkirina kêmasiyên kar e ku di 2007an da dest pê kir. Di eslê xwe da di 2007an da ji bo pergala serokomariyê gaveke girîng hatiye avêtin. Bi vê guhertinê va em makezagonê diguherînin û wisa jî pergala hikûmetê ya serokomariyê diguherînin."

7 milyon û nîv ciwanê tevlî siyasetê bibin

Serokwezîr Yildirim der barê guherîna qanûna bingehîn da wiha axivî: "Bi vê guherînê ji bo 7 milyon û nîv ciwanên me firsenda beşdarbûna siyasetê çêdibe, pêşiya wan tê vekirin. Hûn ketin ber tankan, wê şevê we singê xwe li dijî top û guleyan kir sîper. We 15ê şeva tîrmehê nîşanî wan kesan da ku digotin "Ciwanên vî welatî eleqeyê nîşanî meseleya welat nadin." We li welatê xwe, li alaya xwe û li miletê xwe xwedanderketin nîşanî hemû dinyayê da. Ji ber vê ne tiştekî pir mezin e ku em sînorê hilbijartina ji bo parlementeriyê daxin 18 salî. Ez vê bibêjim."


"Ey Kiliçdaroglu, îredeya gel ewqasî biçûk nebîne"

Serokwezîr Yildirim got, "Gava ku burokrat di navbera xwe de hevdu hilbijêrînin wê hingê daraz dibe serbixwe, bêteref lê gava meclisa ku milet hilbijartiye hilbijêrê wê hingê dibe teref? Ey Kiliçdaroglu, îredeya gel ewqasî biçûk nebîne. Meclisê ewqasî biçûk nexe. Ev meclis Meclisa Xazî ye, ev meclis meclisa ku şeva 15ê tîrmehê şibiya şêran li dijî bombeyan derketiye. Ev meclis meclisa îstiqlalê û meclisa îstiqbalê ye ku Tirkiye lê hatiye avakirin. "

Sîstema nû wê terorê ji holê rake

Serokwezîr Yildirim li ser xebatên rêxistinên terorê got, "Sîstema nû wê terorê ji holê rake. Ma hûn difikirin ku PKK, DEAŞ û FETOyî beradayî her roj diqîrin û kampanyaya "na"yê dikin. Meneyeke vê guherînê heye, çimkî ev guherîn wê wan ji holê rake. Lê çi dikin bila bikin, ew ê ji holê rabin."

Yildirim axaftina xwe wiha domand: "Ev guherîna ji bo me firsendeke dîrokî ye. Bi rêveberiyeke hêzdar wê êdî li Tirkiyeyê dewra wesayet û derbeyan ji holê rabe. Înşaelleha careke din ew ê neyê rojava welêt. Tu kesê nikaribe eyer bide kesên ku bi destê gel hatine hilbijartin. Bi sîstema teze ra aboriyê xurt, saxlem be. Di saya îstiqrarê da veberhênanê zêde be, hilberînê zêde be, îstixdam û karê zêde be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın