Tirkiye, Nûçeyên analîzê

Şûraya Dewletê sekinandina sepandina "Hevserokatiyê" erê kir

Daîreya 8emîn a Şûraya Dewletê îtiraza Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku li biryara Dadgeha Îdareya Herêma 3yemîn kiribû red kir û hikmê dadgehê erê kir.

23.03.2016 - Rojanekırın : 25.03.2016
Şûraya Dewletê sekinandina sepandina "Hevserokatiyê" erê kir

Van

VAN

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo biryara Dadgeha Îdareya Herêma 3yemîn a Wanê ya der heqê "ji karxistina pergala hevserokatiyê" dabû de îtiraz kir. Daîreya 8emîn a Şûraya Dewletê jî piştî ku ev îtiraz nirxand daxwaza şaredariyê red kir.

Dadgeha Îdareya Herêma 3yemîn a Wanê di 20ê adarê de der heqê sepandina "Hevserokatiyê" de biryar da ku bila "meşandina vê pergalê bê sekinandin" û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî îtiraz li vê yekê kir.

Piştî lêkolîn û nirxandinan Şûraya Dewletê îtiraza şaredariyê di cih de nedît û li hikm û biryara dadgehê xwedî derket û ragihand ku ew biryar li gor rê û rêzikan hatine dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın