Tirkiye

Tetbîqata li Herêma Sîlopî-Xabûrê 3 roj in dewam dike

Tetbîqata ku TSKê pêr li nêzî Deriyê Sînorê Xabûra ser navçeya Silopiyê dabû destpêkirin, dewam dike.

Abdullah Tel  | 20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
Tetbîqata li Herêma Sîlopî-Xabûrê 3 roj in dewam dike

Şırnak

ŞIRNAK

 Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) tetbîqata ku pêr li nêzî Deriyê Sînorê Xabûra ser Silopiya navçeya Şirnexê dabû destpêkirin, didomîne.

Qada tetbîqatê ya li hemberî parka TIRan a bi qasî 3 kîlometre ji Deriyê Sînor ê Xabûrê dûr e hat firekirin.

Tank jî di nav da gelek wesayîtên eskerî û makîneyên kar di tetbîqatê da hatin şixûlandin, kozikên nû li qadê hatin vekirin.

Hat dîtin ku di hin kozikên kolandî da wesayîtên bizirx, hatin bicihkirin.

Li cihê tetbîqatê tank diçin wî serî û tên vî serî ji bo eskeran jî kon hatin vegirtin.

Eskerên tevlî tetbîqatê bûn jî car bi car tên bal hev û hevdîtinê dikin.

Serokatiya Sererkaniyê ragihandibû ku li herêma Sîlopî-Xabûrê tetbîqatê dest pê kiriye û di heman demê da li herêma sînor têkoşîna dijî terorê jî dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.