Tirkiye

Tirkiyeyê bertek nîşanî Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê da

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê Aksoy ji bo axaftina Kocîasê Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê yê der heqê Tirkiyeyê da got ku ew bi nêrîneke ji hedê wî zêde, neaştiyane û ji berpirsyariya bi pozîsyona wî ya siyasî nakeve tevgeriyaye.

Abdullah Tel  | 17.02.2018 - Rojanekırın : 18.02.2018
Tirkiyeyê bertek nîşanî Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê da

Ankara

ANKARA 

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy li ser daxuyaniya Nîkos Kocîasê Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê ya der heqê Tirkiyeyê da got ku ew bi nêrîneke ji hedê wî zêde, neaştiyane û ji berpirsyariya bi pozîsyona wî ya siyasî nakeve tevgeriyaye.

Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Kocaîs di daxuyaniya dabû kanaleke têlevizyonê da got: "Yewnanistan li hemberî Tirkiyeyê dibe hin rêyên neaştiyane bike rewacê" û Berdevk Aksoy jî ji bo pirsa der barê vê meseleyê da bi nivîskî bersiv da.

Aksoy ragihand ku ew ji ber wê axaftina Kocaîs a di hin saziyên çapmeniyê da deng veda "bi fikar in" û "li ber wê îfadeyê ketin."

Berdevkê wezaretê Aksoy di bersiva xwe da bi bîr xist ku çend roj berê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras li ser têlefonê ji bo meseleya teşqeleya di Behra Egeyê da axivîn. Herdu cîran jî ji bo ku li herêmê tevgereke bi aramî bi cih bikin, hewl didin.

Aksoy diyar kir Tirkiye jî di vê çarçoveyê da dixwaze ku bila teşqeleya li Behra Egeyê zêde nebe û wiha pê da çû: "Lê mixabin tê dîtin ku Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê bi nêrîneke ji hedê xwe zêde, neaştiyane û ji berpirsyariya bi pozîsyona wî ya siyasî nakeve, tevdigere. Ji ber vê jî li ser hevdîtina di navbera Serokwezîran da em bang dikin ku bila Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê bi eqlê selîm tevbigere."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın