Tirkiye

"Tiştên ji ser rêxistinên terorê ra dixwazin dişibe kurkirina rûyê me"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Lê dema em dest bi hereketê bikin emê wan terorîstan bi tevahî îmhe bikin û bask û milên wan ên ji bo bi hemû derfetên xwe hewl didin hêzekê ava bikin, bişkênin lê haya wan jê tuneye."

24.02.2018 - Rojanekırın : 24.02.2018
"Tiştên ji ser rêxistinên terorê ra dixwazin dişibe kurkirina rûyê me"

Ankara

KAHRAMANMARAŞ

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku kesên ji ser rêxistinên terorê dixwazin zirarê bidin Tirkiyeyê şiband kurkirina rûyê welatiyan û got: "Tiştên ji ser rêxistinên terorê dixwazin bi me bikin dişibe kurkirina rûyê welatiyên me. Lê dema em dest bi hereketê bikin emê wan terorîstan bi tevahî îmhe bikin û bask û milên wan ên ji bo bi hemû derfetên xwe hewl didin hêzekê ava bikin, bişkênin lê haya wan jê tuneye. Rûyê bê kurkirin gur derdikeve lê bask û milê jêbibe nayê cihê xwe."

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li Maraşê di kongreya bajêr a asayî ya 6emîn a partiya xwe da axivî.

Der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da agahî da û ragihand ku Tirkiye sînorê xwe biparêze û wiha pê da çû: "Hûn ji 10 hezar kîlometreyî dûr tên vê derê çi? Yê me 911 kîlometre sînorê me heye û berpirsyariya me ya parastina sînorê me heye. Tu kes nikare rabe û ji me ra bibêje 'Hûn çima vî sînorî diparêzin?' Emê biparêzin. Emê hesab ji êrîşkaran bipirsin. Bila tu kes ji bîr neke, vî miletê hanê vî welatê hanê, eskerê hanê 'artêşa tirsonekan' nîne. 'Welatê tirsonekan' nîne. Em niha jî ji ber vê vî hesabî dipirsin."

Serokomar Erdogan kesên ku dibêjin 'li sivîlan dixin şermezar kir û got ku ew bêwijdan, bêedeb û bêxlaq in û wiha dewam kir: "Hin kes dibêjin 'li sivîlan dixin.' Bêwijdan, bêedeb û bêxlaq in. Di xwîna me da êrîşa li sivîlan tuneye, lê di xwîna we da heye. Kesên ku dîtin nikarin li meydana şer li dijî Tirkiyeyê ber xwe bidin serî vir û derwan dixin, propagandaya wan a derewan jî ew ê kêrî wan neyê. Derew li ber rastiyê wekî qeşaya li ber tavê dihele."

Serokomar got ku Tirkiye îro rabûye ser lingan û ji nû va xwe vedijîne û ev bandorê li gelek civakên li herêmê û dinyayê dike.

Di xîtaba xwe da Erdogan diyar kir ku ew kesên bi dildarî ji emperyalîstan ra dibin kole bi xwe zanin û wiha got: "Ne niyeta Tirkiyeyê ne jî niyeteka dost û birayên me ya wisa heye. Îro êdî Tirkiyeke wisa ku zane lê kê derê bisekine, di ferqa her tiştî da ye û berê xwe bide kê derê heye. Ew kesên ku hê jî dixwazin wekî Tirkiyeya berê muameleyê li me bikin hêdî hêdî vê rastiyê dibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.