Tirkiye

Tê plankirin dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê dawiya mehê bê temamkirin

Dîwarê moduler yê li ser sînorê Sûriyeyê ji bona astengkirin û rêlibergirtina qaçax û qaçaxcîtiyê û terorîstan tê çêkirin wê dawiya vê mehê temam bibe.

Nihat Kavşut  | 22.09.2017 - Rojanekırın : 22.09.2017
Tê plankirin dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê dawiya mehê bê temamkirin

Ankara

ANKARA

Dîwarê moduler yê li ser sînorê Sûriyeyê ji bona astengkirin û rêlibergirtina qaçax û qaçaxcîtiyê û terorîstan tê çêkirin wê dawiya vê mehê temam bibe.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir çêkirina Projeya Pergala Ewlehiyê ya Sînor dewam dike.

Di Projeya Pergala Ewlehiyê ya Sînor da taybetiyên fizikî, elektronîk û teknolojiyê hene. Di warê fizikî da dîwarên beton yên moduler, rêya dewriyeyê, birc û rêyên pasavan hene. Di warê elektronîk da pergala çavdêriyê, kamerayên termal, radarên çavdêriya bejayiyê, pergala çekên elektronîk, navenda îdarekirinê û radarên sîsmîk û akustîk hene. Di warê teknolojiyê da jî qadên çavdêriyê yên berfireh, radara çavdêriyê û tesbîtkirina dronan û pergala ronîkirinê hene.

Piştî li Sûriyeyê qeyran zêde bû li gor biryara Lijneya Wezîran ya 2015an xebatên çêkirina dîwarê li ser sînor dest pê kirin.

Sînorê Tirkiye û Sûriyeyê 911 kîlomêtro ye û çem û robar ne tê da li ser xeta 828 kîlomêtorqereyî xebatên çêkirina dîwar dewam dikin. Heta niha 731 kîlomêtroqere temam bûye û ji bona çêkirina 97 kîlomêtroqereyê maye jî xebat dewam dikin. Tê plankirin ji ber çiya û eraziyên asê yên li başûrê Hatayê qismên mane jî heta dawiya vê bên temamkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın