Tirkiye, Spor, archive, Rojeva sporê

Tîma Basketbolê ya Tirkiyeyê derket fînala çaryek

Tîma Basketbolê ya Tirkiyeyê ya Mêran, di têkoşînên Kûpaya Cîhanê ya FIBA 2014an ku li Îspanyayê tên kirin de Awistiryayê 65-64 têk bir û derket fînala çaryek.

08.09.2014 - Rojanekırın : 08.09.2014
Tîma Basketbolê ya Tirkiyeyê derket fînala çaryek

BARCELONA 
 
Tîma Neteweyî ya Ayê ya Mêran, di têkoşînên Kûpaya Cîhanê ya FIBA 2014an ku li Îspanyayê tên kirin de Awistiryayê 65-64 têk bir û derket fînala çaryek.

Di periyoda ewil a têkoşînê de tîma Awistiryayê 18 jimar avêt botika Tîma Basketbolê ya Tirkiyeyê ya Mêran û periyoda ewil 18-15 bi dawî bû.

Tîma Neteweyî ya Ayê di periyoda duyemîn de jî bi tenê 7 jimar avêt botika reqîbê xwe lê reqîbê wî vala nesekinî û wan jî 9 jimar avêtin botika Tirkiyeyê û skor di periyoda ewil de bû 27-22.

Bi sêwaniyên Kerem Tûnçerî û Cenk Akyol ve Tîma Basketbolê ya Tirkiyeyê piçek bi ser xwe de hat. Nîva ewil a pêşbirkê bi yek ferqekî yanî 35-34 bi serkeftina Awistiryayê bi dawî bû.

Di periyodên 3yemîn û 4emîn ên nîva duyemîn de Tîma Neteweyî ya Ayê ya zêdetir bikontrol leyîst û nehîşt ku ferqa jimaran zêde bibe û herî dawîn bi sêwaniya Emîr ve jimarên xwe kir 65 û Awistirya di 64an de ma. Tirkiyeyê pêşbirka li hemberî dijberê xwe 65-64 qezenc kir û derket fînala çaryek.

Tirkiye di pêşbirka fînala çaryekê de dê bi Lîtvanyayê re bê hemberî hev.

Pêşbirk bi saeta Tirkiyeyê di 18.00an de dê dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.