Tirkiye

"Vê biryarê rûyê nemrûdî yê ewropayiyan nîşan da"

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag der heqê qedexeya belavkirina Daily Sabahê ya li PEyê da got: "Vê biryarê rûyê nemrûdî yê ewropayiyan derxist holê. Em vî rûyê nemrûdî şermezar û red dikin."

24.03.2017 - Rojanekırın : 25.03.2017
"Vê biryarê rûyê nemrûdî yê ewropayiyan nîşan da"

Istanbul

ÎSTANBUL

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag der heqê qedexeya belavkirina Daîly Sabahê ya di Parlementoya Ewropayê (PE) da got: "Vê biryarê rûyê nemrûdî yê ewropayiyan derxist holê. Em vî rûyê nemrûdî şermezar û red dikin."

Bozdag di Hevdîtina Hemşehriyan ya Herêma Anadoluya Navîn da bersiva pirsên endamên çapemeniyê yên li ser rojevê da.

Ji Wezîrê Dadê Bozdag qedexeya belavkirina rojnameya Daily Sabahê ya di PEyê da hat pirsîn û wî jî destnîşan kir ku dayîna wê biryarê bi PEyê û nirxên PE diparêze neket û wiha pê da çû: "Wisa xuya dike ku Serokê PEyê û hin endamên li wir ji nûçeyên rast ên der barê Tirkiyeyê de, agahiyên rast û ji rastiyan aciz in. Ev biryara ku Serokê PEyê da bi rastî jî rûyê xerab ê ewropayiyan nîşan dide. Em vî rûyê xerab şermezar û red dikin. Tiştekî wiha nabe. Ew kesên wan dozên ji ber sûcên li dijî Tirkiyeyê hatine vekirin îtham dikin, li hemberî hilnedana rojnameyê ya Parlementoyê ku bi tenê nûçeyên rast çêdikin, durûtîyê dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.