Tirkiye

Wezîr Fakibaba û heyeta Qeterê li Şanliurfayê ne

Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba û Wezîrê Hawirdor û Şaredariyê yê Qeterê Mihemed Bîn Ebdillah Al Ruhaîhi li Wargeha Gola Masiyan geriyan.

Haydar Şahin  | 22.09.2017 - Rojanekırın : 23.09.2017
Wezîr Fakibaba û heyeta Qeterê li Şanliurfayê ne

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

 Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba û Wezîrê Hawirdor û Şaredariyê yê Qeterê Mihemed Bîn Ebdillah Al Ruhaîhi li Wargeha Gola Masiyan geriyan.

Fakibaba û Ruhaîhiyê ku ji bo Foruma Karê Cotkariyê ya Tirkiyeyê û Qeterê hatibû Tirkiyeyê û heyeta pê ra piştî ziyareta Ceylanpinarê derbasî Şanliurfayê bûn û li Mizgefta Dergahê nimêja înê kirin.

Piştî nimêjê Fakibaba li Wargeha Gola masiyan geriya yêm da masiyan û bi welatiyan ra axivî û wêne kişand.

Fakibaba koma ajokarên texsiyan ziyaret kir û pirsgirêkên wan guhdarî kir, ji welatiyekê astengdar pirsî ku gelo hewcedariya wî bi wesayîtê heye an tune. Welatî ji Fakibaba ra sipas kir.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın