Tirkiye, Aborî, Çand û huner

Zebeşa Diyarbekirê ew ê bigihêje giraniya xwe ya berê

Zebeşa ku bi mezinahî û tehma xwe va bibû nîşaneya Diyarbekirê di van salên dawîn da piçûk bibûn û giraniya wan daketibû. Bi xebatên ku hatin kirin va zebeşê êdî bigihêje giraniya xwe ya berê.

Haydar Şahin  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 26.05.2017
Zebeşa Diyarbekirê ew ê bigihêje giraniya xwe ya berê Zebeşa ku bi mezinahî û tehma xwe va bibû nîşaneya Diyarbekirê di van salên dawîn da piçûk bibûn û giraniya wan daketibû. Bi xebatên ku hatin kirin va zebeşê êdî bigihêje giraniya xwe ya berê. ( Mehmet Sıddık Kaya - Anadolu Agency )

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Zebeşa ku bi mezinahî û tehma xwe va bibû nîşaneya Diyarbekirê di van salên dawîn da piçûk bibûn û giraniya wan daketibû. Bi xebatên ku hatin kirin va zebeşê êdî bigihêje giraniya xwe ya berê.

Şitlên zebeşa xwemalî ya ku bûye nîşaneya Diyarbekirê li erdê dorberê Çemê Dicleyê hatin danîn. Ji bo zebeşa ku di nav kevir û quma dora çêm da li gor rê û rêçikên herêmê tên ajotin zîrça kevokan tê bikaranîn.

Ji ber nexweşiyan di van 2 salên dawîn da giraniya zebeşa Diyarbekirê kêm bû, li bendê ne ku xebatên ji bo ku zebeş dîsa bigihêje giraniya ya xwe berê hatin kirin îsal encamê bidin.

Midûrê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ertan Atalar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pêşxistin û parastina tovên zebeşa Diyarbekirê zehf girîng e.

Atalar diyar kir ku di encama lêkolînan da ekîb li baxçeyên zebeşan geriyan û nexweşiyên wan tesbît kirin û got, "Ji ber nexweşiyan di van 2 salên dawîn da giraniya zebeşa Diyarbekirê kêm bû, lêbelê me îsal tevdîrên xwe girtin."

Atalar destnîşan kir ku der barê nexweşiyan da hemû tevdîrên xwe girtin û agahî dan cotkaran, ew ê bi xebatên personelê teknîkê va jî derkevin kontrolan.

Atalar diyar kir ku bi alîkariya Şaredariya Bajaêr Mezin a Diyarbekirê va 30 ton gubre dan 20 cotkarên Diyarbekirê, ew ê ji bo danasîna zebeşa Diyarbekirê li Tirkiye û dinyayê hin çalakiyan bikin û wiha axivî:

"Herî dawîn giraniya zebeşa Diyarbekirê gihîştibû 55 kîlo û 400 qiramî. Îsal danîna şitlan hat temamkirin. Kêm zêde li 500 dagar erdî cureyên zebeşa Diyarbekirê hat ajotin. Di lêkolînan da me dît ku danîna şitlan hatiye temamkirin di pêvajoyeke baş dewam dike. Bi îzna Xwedê em ê îsal di festîvalê da zebeşa Diyarkirê ji giraniya berê zêdetir giraniyê da derxin pêşiya gel."

Adîl Aydinê ku li rexê Çemê Dîcleyê cotkariya zebeşan dike jî got ku taybetiya zebaşa Diyarbekirê ew e ku hem giran e hem jî tehma wê xweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.