Zanist û teknolojî

Appleê iPhone X û iPhone 8 da nasîn

Applea saziya teknolojiyê ya Emrîkayê telefonên xwe yên iPhone X, iPhone 8 û iPhone 8 Plus ên teze û saeta xwe ya Apple Watch 3 ve Apple TVya taybetiya wê ya 4Kyê heye da nasîn.

Haydar Şahin  | 13.09.2017 - Rojanekırın : 14.09.2017
Appleê iPhone X û iPhone 8 da nasîn

New York

NEW YORK

Applea saziya teknolojiyê ya Emrîkayê telefonên xwe yên iPhone X, iPhone 8 û iPhone 8 Plus ên teze û saeta xwe ya Apple Watch 3 ve Apple TVya taybetiya wê ya 4Kyê heye da nasîn.

Appleê li avahiya xwe îdareya navendî ya li Kalîforniyayê merasima danasînê li dar xist û der barê têlefonên xwe yên teze da agahî da.

Appleê di hezîrana 2007an da modela ewil a iPhoneyê dabû nasîn û ji ser ra 10 sal derbas bû û ji bo vê jî navê iPhone Xê danî IPhone 10.

Appleê diyar kir ku rûyê iPhone Xê 5,8 inch e (14,7 cm) û tevahiyê rûyê wê ji koşekî hetanî koşeyê din (edge-to-edge) tê bikaranîn.

Li ser rûyê iPhone Xê ciyê ku bi tiliyan pêlê dikin tune, rûyê telefonê bi teknolojiya "super retina display"ê hatiye çêkirin.

Di pêşkêşiyê da hat diyarkirin ku iPhone X bi saya tenolojiya ewlehiyê dikare serûçavên merivan qeyd bike (Face ID) û merivan bibîne û vebe, wek mayîn jî di tariyê da jî dixebite.

Hat ragihandin ku Face ID li gor Tuch IDyê 20 qatî zêdetir ewledar e û bi Apple Pay û bernameyên din ra jî bi hêsanî dixebite.

Wek mayîn hat destnîşankirin ku iPhone X li gor iPhone 7ê 2 saetan zêde dixebite, bêyî kablo tê şarjkirin û du kamerayên wê hene û qelîteya wan 12 megapîksel e.

Hat ragihandin ku rengê paşiya iPhone Xê gewrê fezayê û gewrê vekirî ye û ew ê di mijdarê da li DYAyê bi 999 dolaran (3,430 TL) bê firotin.

- iPhone 8 û iPhone 8 Plus

Appleê modelên xwe yên iPhone 8 û iPhone 8 Plusê jî dan nasîn.

Di pêşkêşiyê da hat ragihandin ku rûyê iPhone 8ê 4,7 înch e (11,9 cm) rûyê iPhone Plusê jî 5,5 înch e (14 cm) û herdu model jî bêyî kablo tên şarjkirin.

Wek mayîn hat gotin ku qelîteya herdu modelan jî 12 megapîksel e.

Di pêşkêşiyê da hat diyarkirin ku ew ê di 22yê îlonê da li DYAyê iPhone 8ê bi 699 dolarî (2.400) û iPhone 8 Plusê jî bi 799 dolarî (2.740 TL) bifiroşin. Rengê van modelan jî zêrîn, gewrê vekirî, gewrê fezayê ne.

- Apple Watch 3 û Apple TV 4K

Appleê bal kişand ku êdî dikarin Apple Watch 3yê bêyî têlefon jî bi kar bînin.

Di pêşkêşiyê da hat destnîşankirin ku bikarhêner êdî dê bikaribin bêyî girêdana telefonê Apple Watch 3yê bixebitînin, pê bi têlefonê biaxivin, li muzîkê guhdarî bikin û Sîriyê bi kar bînin.

Apple di pêşkêşiyê da diyar kir ku ku îsal li gor sala par firotina Apple Watchê ji sedî 50 zêde bû.

Hat ragihandin ku ew ê Apple Watch 3yê di 22yê îlonê da li DYAyê bi 329 dolarî (1,130 TL) bifiroşin

Wek mayîn hat destnîşankirin ku Apple TVya teze xwedî taybetiya 4Kyê ye ew ê versiyona 32 GByî bi 179 dolarî (615 TL) versiyona 64 GByî jî bi 199 dolarî (683 TL) bifiroşin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.