Tirkiye, Zanist û teknolojî, Çand û huner

Bircê herî bilind li Stenbolê tê çêkirin

- Serokwezîr Yildirim înşaeta Bircê Çamlicaya Biçûk yê TV û Radyoyan kontrol kir û got ew dixwazin heta meha Remezanê birc bixin xizmetê

Muhammet Kurşun  | 04.02.2017 - Rojanekırın : 05.02.2017
Bircê herî bilind li Stenbolê tê çêkirin

Istanbul

İSTANBUL

Serokwezîr Bînalî Yildirim înşaeta bircê herî bilind li Stenbolê û Tirkiyê ziyaret kir û got binêt in heta Remezanê xelas bikin.

Yildirim li Çamlicaya Biçûka Stenbolê kontrola bircê herî bilind kir ji Wezîrê Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan û Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn agahî wergirtin.

Serokwezîr bi rojnamevanan re sohbet kir û ji wan pirsî ka gelo ecibandine yan na. Piştre got ku birc herûher bilind dibe.

Yildirim der barê birc de agahiyên wiha dan:

"Birc bi asanî nehat vî halî. Di binê erdê de bi kûrahiyê 21 metroyî hat kolandin û temelê beton hat avêtin. Bilindiya bircê betonî 220 metro û 50 sanîmetre ye, li ser wî jî wê 145 metro cîhazê sînyalê heye ku antêna pola dê bikeve ser. Bi tevahî 365 metro û 50 santîmetre dibe. Dema em li gor asta behrê bipîcin 583,5 metro bilind e. Bi vî halê xwe avahiya herî bilind a Stenbolê ye."

Yildirim got dema birc xelas bibe dê antênên pola yên li Çamlicayê hemûyan rakin.

Der barê zemanê xelasbûnê jî Yildirim got:

"Heta dawiya Remezanê em dixwazin vekin. Ji bo em berî Eyda Remezanê vekin hevalên me bi şev û roj dixebitin. Ne asan e. Înşellah problemek dernakeve."

- Yildirim henek kir

Rojnamevanekê jê pirsî "Gelo tirsa we ya bilindiyê heye? Dema xelas bû hûn dikarin derkevin ser?" Yildirim wiha cewab da: "Were em bi hev re derkevin. Tu ditirsî?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın