Zanist û teknolojî

Cassini cara ewil ew qas nêzî Saturnê bû

Cassini peyka kewşa Saturnê ya NASAyê ye û 20 sal in wezîfeyê dike. Di xeleka dawîn a wezîfeya xwe da cara ewil ew qas nêzî gerstêrkê bû

14.08.2017 - Rojanekırın : 16.08.2017
Cassini cara ewil ew qas nêzî Saturnê bû

Ankara

ANKARA

Cassini peyka kewşa Saturnê ya Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Emrîkayê (NASA) ye û 20 sal in wezîfeyê dike. Di xeleka dawîn a wezîfeya xwe da cara ewil ew qas nêzî gerstêrkê bû.

Li gor nûçeya BBCyê Cassiniyê di 10ê tebaxê da dest bi xelaka dawîn a wezîfeya xwe ya Saturnê kir û ew qas nêzî gerstêrkê bû ku temasî atmosfera gerstêrkê kir

Di navbera Cassini û ewrên ser atmosfera jorîn a Saturnê da hezar û 600 kîlometre man. Cassini heta niha ew qas nêzî Saturnê nebûbû. Bi saya serê vê tûrê wê bikaribe nimûneyên xazê berhev bike.

4 tûrên dawîn ên Cassiniyê man û zanyar hêvî dikin ku bêhtir bikeve nav atmosfera Saturnê.

Ji bo ku ew û peykên Saturnê li hev neqelibin, wê xwe îmha bike.

Cassini 20 sal in li fezayê ye û sotemeniya wê pir kêm bûye. Îhtimal heye ku Cassini li peykên Saturnê yên Titan û Enceladusê biqelibe. Tûra wê ya dawîn di 15ê îlonê da ye û wê pişt ra xwe di atmosfera gerstêrkê da xwe îmha bike.

Cassini di sala 1997an da bi tevkariya NASA, Ewropa û Ajansa Fezayê ya Îtalyayê kewkiyê fezayê kirin û di sala 2004an da gihîşt Saturnê. Ji wê demê heta niha di rêgeha Saturnê da xebatên kewşê didomîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın