Zanist û teknolojî

Çînê peykek şand fezayê

Çînê peyka ku li dinyayê peyka ewil a telekomunîkasyona kuantumê ye, şand fezayê.

16.08.2016 - Rojanekırın : 16.08.2016
Çînê peykek şand fezayê

Beijing

PEKÎN

 Çînê peyka ku navê wê Mîcîus e û li dinyayê peyka ewil a telekomunîkasyona kuantumê ye, şand fezayê.

Peyk ji Navenda Peykşandinê ya Cîuçuenê bi roketa Long Marchê ve hat şandin û li rêgehê runişt.

Peykê ceribandinên ragihandinê ya kuantumê bike û wê bibe perçeyeke xebatên şaxa telekomunîkasyona kuantumê ya ku Çîn dixwaze di 2030an de ava bike.

Peykê 500 kîlomêtro ji dûrî rûyê erde herî kêm 2 salan li fezayê be.

Ji bilî Çînê, Awusturya, Sîngapur, Almanya, Îngiltere, Kanada û Îtalya jî xebatên telekomunîkasyona kuantumê dikin.

Çînê di sala 2011an de dest bi vê xebatê kir û armanca wê ew e ku ewlehiya sîberê xurttir bike.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın